8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Alîgirên rejîma Şamê êrîşî  HSD’ê kirin

HSD’ê ragihand ku di êrîşa ji aliyê komên girêdayî hikumeta Şamê ya li Dêrazorê hate lidarxistin de 6 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku li Dêrazorê di êrişeke komên girêdayî hikumeta Şamê de li Dêrazorê 6 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane. Navendê di daxuyaniyê de got ku: “Di êrîşa balafireke xwekuj de ku ji herêmên çeteyên hikumeta Şamê hatiye, li dijî akademiya perwerdeyê ya li zeviya El Omer a rojhilatê Dêrazorê 6 şervanên me şehîd bûne.”

Di dewama daxuyaniyê de navendê wiha destnîşan kir: “Di dema ku em vê êrîşa terorîst şermezar dikin, em teqez dikin ku em ê bersiva guncew bidin jêdera êrîşê.”