3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêwiyên Meşa Azadiyê li Sêrtê ne

Rêwiyên baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji Qersê dest pê kir, îro gihiştin Sêrtê û li Newala Qesaban kesên hatin qetilkirin bibîr anîn.

Rêwiyên baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” ku Qersê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk dest bi meşê kirin, gihişt Sêrtê. Rêwiyên di saetên serê sibehê de çûn Bajaroka Ziyaretê ya Weysil Qeranî. Piştî ziyareta turbeyê, li bajarokê meşiyan û gel silav kirin. Di meşê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin û Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Arslan li vir axivî. Newroz wiha got: “Tecrîd bandorê li tevahiya jiyana me dike. Heta ku ev tecrîd ranebe dê ne krîzên aborî ne jî yên din bi dawî nebin. Ji bo ev krîz bi dawî bibin û gelê me bi aramî bijî em vê meşê li dar dixin.”

Meşvan, piştre jî derbasî Newala Qesaban ku goristana komî lê ye. Kesên di gora komî de hatin bibîranîn. Parlamentera DEM Partiyê Sebahat Erdogan bertek nîşanî avakirina avahiyan a li Newala Qesaban da.

Salih Kuday jî wiha got: “Em li gelek cihên ku êş lê hatine kişandin geriyan. Xwezî ev êş bi me nedabûna kişandin û em jî mecbûr nemabûna ku li van deveran bigerin. Kirin ku dayik bi hesreta dîtina parçeyeke hestiyê zarokên xwe bijîn. Dema dayikek li hestiyên zarokê xwe digere, hestiyên 8 kesên cuda hatin dîtin. Wê dayikê digot ji vir bêhna zarokê min tê. Ne tenê zarokê wê dayikê, gorên nêzî 400 kesan li vir in. Niha jî dixwazin li ser van hestiyan vîlayan ava bikin. Dawiya vê zîhniyeta dixwaze van avahiyan li vir ava bike nêz e. Ne tenê ji kesên kuştin, ji dayikên wan jî tolê dihilînin. Ji gorên me jî ditirsin.”

ParlamenteraDEM Partiyiyê Newroz Uysal Aslan helbesta zanyarê kurd Mûsa Anter a ji bo Newala Qesaban nivîsandî xwend. Girseyê li cihê newalê dirûşma “Şehîd namrin” berzkirin û beşdaran qurnefîl danîn wir. Rêwiyên azadiyê di bîranînê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kevok firatindin.

Rêwiyên azadiyê piştre jî derbasî navenda Sêrtê bûn. Li vir bi sedan kes tev li rêwiyên azadiyê bûn.

Meşa Rêwiyên Azadiyê li Sêrtê didome.