2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêwiyên Azadiyê di 13’ê Sibatê de li Amedê ne

Rêwiya Meşa Azadiyê û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar bang li hemû gelê Amedê kir û xwest di 13'ê Sibatê de bi tevlêbûnek xurt beşdarî Meşa Azadiyê bibin.

Rêwîtiya Meşa Azadiyê ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Qers û Wanê di 1’ê Sibatê de dest pê kiribû didome. Rêwiyên Meşa Azadiyê bi kelecan û coşek mezin ji aliyê gel ve têne pêşwazîkirin. 75 rêwiyên “Meşa Mezin a Azadiyê”, bi boneya azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bixwazin, di 1’ê Sibatê de ji baskê Wan û Qersê derketin rê û 11 roj li pey xwe hişt. Rêwiyên Meşa Azadiyê dê di 13’ê Sibatê de li Amedê bigêjin hev û ji Amedê berê xwe bidin Amarayê.

Rêwiya Meşa Azadiyê û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar ji Ajansa JINNEWS’ê re axivî û bang li gelê Amedê kir û got: “Em ji bo gelê xwe, zimanê xwe, berxwedan û têkoşîna xwe bi rojan li ser rêyan bûn. Em ê di 13’ê Sibatê de li Amedê bin. Em dixwazin gelê Amedê, ciwan, jin, mêr, hemû gelê xwe li gel xwe bibînin. Em di serdemek tarî re derbas dibin. Ger em dengê hev bin, em dikarin vê tarîtiyê veguherînin ronahiyê. Ji bo meşê bangawaziya me ji bo hemû kesên ku heta niha di vê têkoşînê de cih girtine û ked dane vê têkoşînê ev e: Werin em hemû bi hev re li Amedê bên gel hev.”