27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi pankarta ‘Rêberekî azad welatekî azad’ pêşwazî kirin

Gelê navçeya Serêkaniyê, rêwiyên “Meşa Mezin a Azadiyê” li navçeya Serêkaniyê bi coşeke mezin û pankarta “Rêberekî azad, gelekî azad” pêşwazî kir.

Rêwiyên “Meşa Mezin a Azadiyê” ku Wanê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin, îro ji navçeya Dêrikê ya Mêrdînê derbasî navçeya Serêkaniyê bûn. Gelê Serêkaniyê, Rêwiyên Meşa Azadiyê li Parka Uç Fîdanê bi coşeke mezin pêşwazî kir. Gel dema Rêwiyên Meşa Azadiyê pêwazî kir, dîmenên rengîn derketin holê. Gel piştî Rêwiyên Azadiyê pêşwazî kir, bi hevre derbasî navenda navçeyê bûn. Girseyê di meşê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî berxwedana Îmraliyê”, “Ji Îmraliyê re hezaran silav” û “Bijî Serok Apo” berz kir û dîsa di meşê de pankarta “Rêberek azad welatek azad” vekirin.

Ji 7 salî heta 70 salî bi sedan kes tev li meşê bûn û dîmenên rengîn derketin holê. Xelkê navçeyê jî eleqeyeke mezin nîşanî rêwiyên azadiyê dan. Girse heta pêşiya avahiya DEM Partiyê meşiyan.

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo li vir axaftinek kir. Cupolo, bi bîr xist ku piştî kuştina 2 polîsan a di sala 2015’an de, “Pêvajoya çareseriyê” hate bidawîkirin û wiha gto: “Heke dewletê tarîtiya di sala 2015’an de bidîta û birêz Abdullah Ocalan ji Îmraliyê berda bûya dê 9 salan li vê xak nerijiya. Îro sedsala duyemîn a komarê ye û em dibêjin; ‘Îradeya aştiyê li vir e, li Îmraliyê ye. Em amade ne.’ Banga me ji dewletê re ew e ku dîsa vegere ser maseyê. Banga me ji bo wê ye ku em li ser çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd, daxwazên gelê kurd ên mîna şîrê dayika wan helal biaxivin û nîqaş bikin. Rêya me rêya azadî û yekitiyê ye. Rêya me vekirî ye.”

Namzetê hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Serêkaniyê Ugur Kahraman jî ev tişt anî ziman: “Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Li gorî qanûnên înfazê, hevdîtina girtiyan a bi parêzer û malbatan re maf e. Lewma jî divê tecrîd tavilê bi dawî bibe. Divê li Îmraliyê hevdîtin bên kirin. Têkoşîna me ya ji bo vê jî dê bidome.”

Namzeta hevşaredariyê Rahşan Yazar jî wiha got: “Ev pirsgirêk roj bi roj girantir dibe. Tecrîda li Îmraliyê dest pê kirî îro li hemû qadan belav bûye. Bandorê li tevahiya civakê dike. Ev yek li dijî hiqûqa gerdûnî ye. Hêvîdarin ku ev tecrîd bi dawî bibe. Ji tecrîdê re na.”

Piştî daxuyaniyê, girseyê govend gerand. Meşvanan, berê xwe dan navçeya Wêranşarê.