27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêwiyên Meşa Azadiyê li Wêranşarê ne

Rêwiyên meşa Azadiyê ku di 1’ê Sibatê de ji Wanê derketin rê, gel ew li navçeya Wêranşarê bi coş pêşwazî kirin.

Rêwiyên Azadiyê yên ku bi daxwaza azadiya fizikî ya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd di 1’ê Sibatê de Wanê bi rê ketin, serê sibê ji navçeya Dêrikê derbasî navçeya Serêkaniyêbûn. Gel li Serêkaniyê bi coşek mezin ew pêwazî kirin û piştre ew bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” şandin navçeya Wêranşarê. Gelê Wêranşarê Rêwiyên Meşa Azadiyê bi girseyî pêşwazî kirin.

Bi sedan kesên ku ji Kolana Qerejdaxê derbasî kolana Rihayê ya berê bûn, bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” meşa xwe domandin. Zarokên beşdarî meşê bûn bi alên DEM Pariyê û nîşaneyên serkeftinê rengê xwe li meşê dan. Welatiyên ji esnaf û malên li ser rê, ji balkonan bi nîşaneyên serkeftinê ji bo meşvanan kirin.

Bi sedan kes hatin ber Rêxistina Navçeya Wêranşar a DEM’ Partiyê û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” qîriyan.

Di daxuyaniya li ber avahiya partiyê Parlamenterê DEM’ Pariyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar axivî û diyar kir ku ji Kurdistanê silavên germ anîne. Ferît Şenyaşar anî ziman ku ew bi gel re meşiyane û got: “Ev meş meşa çareserî û aştiyê ye. Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye û birêz Ocalan e.Heta ku aştî pêk were ev meş wê bidome.

 ‘Dayik dê aştiyê bînin’

Ferît Yaşar da zanîn ku polîtîkayên şer ên 40 sal in li Tirkiyeyê didomin, ji mirinê pê ve tiştek bi xwe re neanîn û got, “Şer dibe sedema giriyê dayikan. Ne tenê dayikên Kurd, dayikên Tirk jî hêsiran dibarînin.  Em li vir dimeşin, li girtîgehê jî 77 roj in greva birçîbûnê didome. Dayikên Aştiyê jî Nobeda Edaletê li dar dixin. Ger aştiyeke bi rûmet were welat, ev jî bi saya dayikên laçik spî ye spî yê.”

Ferît diyar kir ku ew ê li dijî zextan gavan paş de navêjin û got, “Heta ku aştî pêk were ev meş wê bidome. Muxatabê aştiyê Birêz Abdullah Ocalan e û divê di zûtirîn dem de tecrîd bê rakirin û aştî pêk were. Heta ku tecrîd bê rakirin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Rêwiyen Meşa Azadiyê piştî li pêş avahiya DEM Partiyê  daxuyanî da, bi def û zurneyê govenda gerandin. Rêwiyên Azadiyê yên ku wê danê êvarê li Wêranşarê bimînin, wê sibê ber bi navçeya Şemrexê ve biçin.