spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rewşa girtiyan girantir dibe

Nobeda Edaletê 157 rojin berdewam dike. Malbatên girtiyên nexweş, nûner û rêveberên MEBYA-DER, MED-DER, MED TUHAD-FED, HDP, DBP û OHD’ê, bi armanca girtiyên nexweş serbest bêne berdan, li ber deriyê edlîyeya Amedê daxuyanî dan.

Destpêkê keça Abdulhalim Kirtay Herdem Merwanî axivî û wiha got: “Girtî 30 salin di girtîgehan de ne û piştre înfazên wan tê şewitandin. Tirsa me zêdeye. Ji bo em berteka xwe bînin ziman em li vir in. Em li girtiyên xwe xwedî dikevin. Li gorî zagonan Tirkiyeyê kesê kêmî saleke cezayê wî mabe, divê serbest bê berdan. Lê heta niha girtiyên salek wan maye nehatine berdan. Rewşa girtiyan her ku diçe xerabtir dibe. Divê êdî ji bo wan gavek şênber bê avêtin.”

Xwişka Abdulselam Guler Încî Guler jî xwest girtiyên nexweş bi şertê kontrola edlî serbest bên berdan.

Nuray Aba ya ku nebiyê wê Dogan Beyaz  girtî ye jî anî ziman ku daxwazan wan edalet û wekhevî ye û wiha got: “Em dayik in. Dayikên we hemûyan he ne. Ne tenê ji bo xwe ji bo hemû girtiyan li vir im. Cezayên pir zêde li zarokên me tê birîn. Ev neheqî ye. Em edaletê û wekheviyê dixwazin.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Heq, Hiqûq, Edalet” û “Bijî berxwedana zîndanan” dawî bû.