19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rewşa girtiyê nexweş Zubeyir Îdem giran dibe

Girtîgeh bûne kela zilmê. Rewşa girtiyê nexweş ê di gitîgeha Espiyeya Gîresûnê de ye Zubeyir Îdem giran dibe, nikare xwarinê bixwe, bimeşe. Ahmet Zenger di heman girtîgehê de ye, bi ser qawîşê de girtine û derb kirine.

Li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku her roj binpêkirinên mafan zêde dibin, zext û gefên li dijî girtiyan jî berdewam dikin. Di girtîgehan de girtiyên nexweş ku terkî mirinê hatine kirin, mafê wan ê herî însanî yê tedawîkirinê tê astengkirin.

Heta niha di encama polîtîkayên hikumeta AKP’ê û MHP’ê de bi dehan girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan û gelek ji wan jî bi awayekî biguman mirin. Rewşa girtiyê nexweş Zubeyîr Îdem (49) ê ku di Girtîgeha Tîpa L a Espiyeya Gîresûnê tê ragirtin giran dibe. Îdem, di sala 1996’an de bi îdaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û pişt re jî cezayê muebetê lê hatibû birîn. Îdem di heman demê de girtiyekî nexweş e. Di lingê wî de varîs hene, ji pişta xwe aciz e û êşa diranên wî zêde dibe. Heta niha gelek caran hate daxwazkirin ku bê tedawîkirin lê belê ji ber lêgerîna nava dev qebûl nakin, tedawiya Îdem û hevalên wî tê astengkirin. Îdemê ku ji ber êşa diranên xwe nikare xwarinê bixwe, di heman demê de ji ber varîsên ku di lingê wî de peyda bûne jî di meşê de zehmetiyê dikişîne. Hevjîna Zubeyîr Îdem, Salîha Îdem (50), der barê rewşa hevjînê xwe de axivî.

Zehmetiya xwarin û meşê dikişîne

Îdemê, diyar kir ku hevjînê wê ev 27 sal in di girtîgehan de di bin îşkenceyê de tê ragirtin û wiha axivî: “Ev 27 sal in di girtîgehê de ye û çiqasî girtîgeh hebin geriyaye. Ev 4 sal in li Girtîgeha Gîresûnê tê ragirtin. Varîs di lingê wî de derketine. Gelek êşa wî heye. Êşa pişta wî jî 10-15 sal beriya niha dest pê kiriye. Dema ku di Girtigeha Midyadê de bû goşt li ser dilê wî hebû û ji dilê xwe jî emelîyat bû. Piştre ji wir sewqî Girtîgeha Balikesîrê kirin. Me gelek caran daxwazname dan û herî dawî me pere razandin û anî Girtîgeha Panosê. Lê 2 mehan nema birin Girtîgeha Gîresûnê. Ev 4 sal in em neçûne hevdîtinan. Ji ber ku ji me dûr e, ji me nayê ku em biçin Gîresûnê. Nexweş in, zext li ser wan hene, li wan didin. Nahêlin ku tedawî bibin. Di îşkenceya li Girtîgeha Amedê de 3-4 diranên wî şikandibûn. Me pişt re çêkirin. Lê êşa diranên wî dest pê kir. Di vê dûşema derbasbûyi de li me geriya û got, ‘êşa diranên min diavêje çavên min û serê min. Min gelek aciz dike. Ez nikarim di vê girtîgehê de bimînin’. Nikare xwarinê jî bixwe.”

Li dıjî zilmê rabin

Salîha Îdemê, anî ziman ku di girtîgehan de îşkenceyeke dijî mirovahiyê heye û wiha domand: “Nexweş in. Rewşa malbatên wan nîn e ku her carê biçin serdanê. Her carê bi ser qawişên wan de digirin. Dema ku dibin nexweşxaneyê ji lêgerîna nava dev derbas dibin û ew jî vê qebûl nakin. Ev zilm e. Divê ku gelê kurd rabe ser piyan. Keç û kurên xelkê hemû di van girtîgehan de nexweş in. Her carê bi ser wan de digirin. Hevalên wan didin. Zilmê lê dikin, neheqiyê lê dikin. Nahêlin ku biçin serê xwe bişon. Ava germ nadin wan, tenê ava cemidî didinê. Daxwaziya min ew e ku her kurdek li dijî vê rabe ser piyan û çavê xwe veke ku ev dewlet bes vê zilmê li me bike.”

Hatin derbkirin

Ahmet Zenger (63) ê ku 30 sal in girtî ye û niha di heman girtîgehê de ye jî bi telefonê li malbata xwe geriya û ragihand ku ew hatine derbkirin. Biraziyê Zenger, Veysî Zenger diyar kir piştî ku bi ser qawişa wan de girtine îşkence li wan hatiye kirin û got: “Duh li me geriya û got, ‘bi ser qawişa me de girtine û em hatine derbkirin’ heqaret li wan kirine, tiştên wan hemû belav kirine. Gelek hevalên wan hatine derbkirin. Gelek zext anîne serê wan. Ev ne însanetî ye. Em teqez vê qebûl nakin. Ew ne bêxwedî ne. Ew zarokên vî gelî ne. Bedela wê çibe bila bibe divê ku em xwedî li wan derbikevin. Êşa me hemûyan yeke. Çi ji destê me bê em jê re amade ne. Cezayê mamê wî gelek nemaye. Bi derbkirinê armanc dikin ku cezayê wan dirêj bikin. Yê ku pîçek wijdana wî heye divê ku xwedî li girtiyan derbikeve. Bes bila cenaze derkebikevin, bila bes vê zilmê li me bikin.”