7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wezîrê Derve yê Îranê piştî hevdîtina bi Esed re çima tê Tirkiyê

Îro sêşemê Wezîrê Derve yê Îranê Husên Amir Ebdullahiyan serdana Tirkiyê dike û li wir dê bi hejmarek berpirsên payebilind re bicive û rewşa Sûriyê û her wiha danûstandinên vê dawiyê yên di navbera wezîrên parastinê yên Rûsya, Sûriyê û Tirkiyê de gotûbêj bikin.

Serdana Ebdulahiyan weke berdewamiya serdana li Şamê tê dîtin ango piştî hevdîtina bi Serokê Sûriyê Beşar Esed û wezîrê derve yê wî welatî Feysel El-Miqdad re, dê bi rayedarên dewleta tirk re jî hevdîtinan bikin.

Balşkêşe ku ev serdan beriya çûna wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavîşoglu tê ku dê serdana Waşintonê bike. Ji ber helwesta Amerîka ya li dijî vê nêzîkatiya di navbera Şam û Enqertê de dê Çvuşoglu rayedarên amerîkî li ser riya nêzîkbûna Şam û Enqerê agahdar bike.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel el-Miqdad roja Şemiyê got ku divê Tirkiye hebûna xwe ya leşkerî li wî welatî bi dawî bike da ku nêzîkbûnek tam pêk were.

Her wiha Wezareta Derve ya Rûsyayê der barê paşxistina hevdîtinên di navbera Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Husên Amir Ebdullahiyan de were lidarxistin, ragihand.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsyayê de wiha tê gotin: “Biryar hat dayîn ku hevdîtinên di navbera Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Amir Ebdullahiyan de ku biryar bû di 17’ê Çile de pêk bihata, hate paşxistin.

Hêjayî gotinê ye ku nêzîkatiyên di navbera Enqere û Şamê de bi navbênkariya Rûsyayê tên kirin. Rûsya dixwaze bi wê yekê Enqere dûrî komên çekdar bike û wan teslîmî rejîma Sûriyeyê bike. Li hember wê yekê hikûmeta tirk jî dixwaze sûdê ji lihevkirina bi rejîmê re bi vî rengî bike: Hikûmeta tirk hem dixwaze bi riya vê nêzîkatiya bi rejîma Şamê re ji meseleya penaberên ku li Tirkiyeyê ne xelas bibe ku ew mijar di hilbijartinan de li dijî li dijî AKP neyê bikaranîn, hem jî dixwaze bi lihevkirina bi rejîma Şamê re destkeftiyên Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyeyê têk bibe.

Bê guman ji ber hêzên Îranê jî li Sûriyeyê hene û ew jî dixwazin desthilata xwe li wî welatî berfirehtir bikin lewre mijara Sûriyeyê wê jî ji nêz ve eleqedar dike û dê xwe ji van bazarên dibin kêm nehêle.