4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rewşa Iraqê aloztir dibe gelek kuştî û birîndar hene

Li gorî rojnameya El Şarq El Ewsat di encama pevçûnên di navbera alîgirên El Sedir û hêzên ewlekariya Iraqê de heta doh êvarê 15 alîgirên El Sedir hatibûn kuştin. Piştî ku lîderê Şîî Muqteda El Sedir da xuyakirin ku ew êdî bi careke ji siyasetê vedikişe, alîgirên Sedir daketin kolanan û êrîşî navendên hikûmetê kirin, di encamê de artêşa Iraqê jî derketina derve qedexe kir.

Alîgirê El Sedir berê xwe dan Herêma Kesk cihê ku saziyên hikûmetê û sefaretên dewletan lê ne û li wir şer û pevçûna bi çekan dest pê kir.  Di heman rojê de 7 topên hawinê li wê herêmê ketin. Li gorî çapemeniya Fransayê di şer û pevçûnên roja duşemê de 15 alîgirên Sedir hatine kuştin û 270 xwepêşandêr jî birîndar bûne.

Hêjayî gotinê ye ku di hilbijartinên dawî ên Iraqê de şepêla Muqteda El Sedir bûbû partiya yekemîn û 73 kursiyên parlamentoyê bidest xistibû. Ji ber nakokiyên di navbera aliyên siyasî de Sedir nikaribû hikûmetekê ava bike û biryara xwe vekişandina ji parlamentoyê dabû. Niha jî bi daxuyaniya Sedir ya vekişîna ji siyasetê aloziya li Iraqê kûrtir bûye û metirsî heye ku nakokiyên di navbera aliyên sioyasî de veguhere şerekî navxweyî.