5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îranê sînorê xwe yê bi Iraqê re girt

Îranê sînorê xwe yê bejahî bi iraqê re girt û Kuweytê jî bang li welatiyên xwe kir ku ji Iraqê derkevin. Îro Îranê da xuyakirin ku ji ber tevliheviya li Iraqê û pevçûnên ku di encama wan de bi dehan kes hatine kuştin de, wan sînorê xwe yê bejahî bi Iraqê re ji çûn û hatinê re girtiye.
Hêjayî gotinê ye ku biryara Îranê ya girtina sînor di demeke wiha de hat girtin ku bi milyonan îranî xwe ji bo serdana merqedên şîiyan amade dikirin.
Ji aliyekî din ve rewşa Iraqê her ku diçe aloztir dibe û şer û pevçûn di navbera komên çekdar de diqewinin. Li gorî malpera Sky News heta niha 23 xwepêşandêr hatine kuştin û derdora 500 kesên din jî birîndar bûne.
Serokwezîrê Iraqê bang li hêzêzn ewlekariyê kir ku bi tu awayî çekan li dijî xwepêşandêran bikar neynin. Lê bi destwerdana komên çekdar re êdî kes nizane kî kê dikuje.