3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelo Taywanê jî bi rêya Ukraynayê de diçe

Li gorî kovara Politico ya amerîkî, DYA’yê xwe amade dike ku bi 1.1 milyar dolar çekan bifiroşe Taywanê.  Di nava wan çekan de 60 fûzeyên ku li dijî gemiyan tên bikaranîn, 100 fûzeyên pêşketî jî hene. Her wiha radarên çavdêriyê jî ku buhayê wan 655 milyon dolare di nava vê peymanê de heye. Piştî erêkirina serokê Amerîkayê Joe Biden dê ew biryara firotina çekan biçe kongreya amaerîkî.

Hêjayî gotinê ye ku serdana seroka meclisa nûnerên amerîkî Nancy Pelosi ya Taywanê rastî bertek û nerazîbûnên tund ên rayedarên Çînê  hatibû û aloziya di navbera herdu welatan de kûrtir bûbû.

Rewşa ku niha Taywanê tê de derbas dibe û piştgiriya çekan a ji alî DYA’yê ve gelekî dişibe rewşa Ukraynayê ya berî êrîşên Rûsyayê. Gelo DYA û welatên Rojava dê bi alîkarî û piştgiriya xwe ya bi Taywanê re bibin sedem ku wekî Ukraynayê li wir jî biqewime û Çîn êrîşî Taywanê bike.