4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li ser banga Sedir xwepêşandêr xwe ji qadê vedikişînin

Muqteda El Sedir bang li alîgirên xwe kir ku di nava 60 xulekan de dawî li xwepêşandanên xwe bînin û vegerin malên xwe. Sedir nerazîbûna xwe ji xwepêşandanan da xuyakirin û got ku gelê Iraqê ziyanê ji van xwepêşandanan dibîne. Sedir di daxuyaniya xwe de wiha got: “Şoreşa ku pişta xwe dide tundî û kuştinê ew ne şoreş e, welatê me yê ku hêsîrê bêrêtiyê bû niha bû hêsîrê bêrêtiyê û tundiyê”
Sedir di daxuyaniya xwe de spasiyên xwe ji bo Hêzên Ewlekariyê ên Iraqê û şervanên Heşd El Şabî pêşkêş kir û got ku helwesta wan helwesteke rêzdar bû.
Li gorî nûçegihanê Skey Newsê piştî daxuyaniya Sedir alîgirên wî kom bi kom ji qadan vedikişin. Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî spasiya Sedir kir û wiha got: “Ev banga Sedir bangeke niştimanî ye banga parastina xwîna iraqiyane.”