4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan êrîşê Dayikên Şemiyê kir  

Dayikên Şemiyê û Komîsyona Windakiriyan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a li Stenbolê bi wesîleya “Roja Kesên bi Darêzorê Hatin Windakirin a Navnetewî” li ser gora Hasan Ocak û Ridvan Karakoç ên li Goristana Altinşehîrê li hev kom bûn û xwestin windakiriyan bi bîr bînin. Gelek xizmên windakiriyan tev li bîranînê bûn û lê polîsan astengî derxist in.

Polîsan biryara qedexekirina daxuyanî û çalakiyan a Qeymeqamiya Kuçukçekmeceyê kir hincet û destûr nedan daxuyaniyê. Girseyê di nava dorpêça polîsan de bertek nîşanî astengiya wan dan û wêneyên windakiriyan hildan.

Bertek nîşanî polîsan da

Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû xwest biçe cem girseyê lê polîsan ew bi mertalên xwe asteng kirin. Pîroglû bertek nîşanî polîsan da û got: “Tişta hûn dikin li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Hûn nahêlin ku parlementerek daxuyanî jî bide.”

13 kes binçav kirin

Polîsan piştî demek şûnve êrîşî girseyê kir û 13 kesan bi lêdanê kirin binçavan. Navên binçavkiriyan wiha ne: Seroka ÎHD’ê ya li Stenbolê Gulseren Yolerî, Masîde Ocak, Huseyîn Ocak, Alî Ocak, Besna Tosun, Hanim Tosun, Huseyîn Aygul, Hasan Karakoç, Hanîfe Yildiz, Ferît Barût û sê jinên navê wan nehat hînbûn.

Mûsa Pîroglû bertek nîşanî binçavkirina parêzvanên mafê mirovan da û bang li her kesî kir ku li dijî vê hovîtiya polîsan derkevin.