22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêxistinên alîkariyên mirovî xwe ji Afganistanê vedikişînin

Biryara Talîbanê ya qedexekirina xebata jinan dê rê li ber wergirtina alîkariya bi milyonan afganî ya pêdiviyên mirovî bigire

Rêxistinên alîkariyê yên Christian Aid û Action Aid piştî ku Talîbanê biryara qedexekirina xebatên jinan ên di saziyên sivîl de da rawestandin, xebatên xwe yên li Afganîstanê rawestandibûn, bi vê yekê hejmara rêxistinên ku xebatên xwe rawestandine derket 6’an.

Rêxistina Christian Aid bang li Talîbanê kir ku qedexeyê betal bike û mixabiniya xwe ji rawestandina karê xwe li Afganistanê nîşan da.

Daxuyaniyeke hevpar a bi heman rengî ji aliyê rêxistinên din, Save The Children, Encumena Penaberan a Norwêcê û saziya CARE ve hat dayîn.

Ji aliyekî din ve Wezîrê Derve yê Ingilîstanê James Cleverly got ku Talîban bi qedexekirina karê wan rêxistinên sivîl hewl dide jinan ji civakê dûr bixe.

James Cleverly bi rêya hesabê xwe yê Twitterê bang li Talîbanê kir ku bi lezgînî biryara xwe paşve bikşîne û diyar kir ku biryara Talîbanê dê rê li ber wergirtina alîkariya bi milyonan afganî ya pêdiviyên mirovî bigire.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku serokê bi erkê nûnerê Neteweyên Yekbûyî li Afganîstanê daxwaz ji wezîrê aboriyê yê bi wekalet di hikûmeta Talîbanê de kir ku biryara qedexekirina karê jinên xebatkarên rêxistinên sivîl betal bike û şandeyê destnîşan kir ku bi milyonan afganî hewcedarê alîkariyên mirovî ne.