spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sancar: Em ê nehêlin ser dozê bê nixumandin

Heke ser dozê were niximandin dê rê li ber cînayetên siyasî yên nû veke. Em ê destûr nedin vê yekê.

Îro doza darizandina Denîz Poyrazê tê dîtin. Di çarçoveya danişîna doza Denîz Poyrazê de Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axivî. Sancar li ber Girtîgeha Alîgayê li ser mijarê destnîşan kir ku ew ê ji kujeran hesab bipirsin. destûrê nedin doz bi yek bersûcî bê girtin.

Îro kujerê Denîz Poyrazê Onûr Gencer ji bo danişîna 7’an derdikeve pêş dadgehê. Heta niha darizandin bi awayekî adilane nehate meşandin. Ji ber vê hêvî tune ye ku rewşa darizandinê ji ya heta niha hatiye meşandin cudatir bibe. Van gumanan hesasiyet û bala raya giştî ya kurdan zêdetir li ser dozê zêdetir kiriye. Ev hesasiyet ji aliyê HDPê ve zêdetir tê nîşan dan. Beriya Danişînê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li ber girtîgehê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Parlamenterên HDP’ê û CHP’ê, nûnerên rêxistinên sivîl, rêveberên HDP’ê, malbata Denîz Poyraz, gelek serokên baroyan, parêzer û hejmarek zêde welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ji kêliya bûyer pêk hatiye heta niha tê xwestin ser dozê bê girtin û xebatên sîstematîk ji bo girtina dozê hatine kirin.

Em ê ji bo edaletê têbikoşin

Sancar, di dewama axaftina xwe de wiha got, “Dema kesek were cezakirin, wê hemû hêzên li pişt têkiliyên di nava dewletê de veşartî dê bên hiştin. Heke ser dozê were niximandin dê rê li ber cînayetên siyasî yên nû veke. Em ê destûr nedin vê yekê. Ji dadgehê kîjan biryar derkeve bila derkeve, lê em dixwazin ku dadgeh li gorî wîjdan tevigere û hemû hêzên li di nav bûyerê de derxe holê. Heke ew vê nekin, wê şopandina dozê li ser milên me bimîne. Em ê her ji bo edalet û heqîqetê têkoşîna xwe bidomînin.”

Ji ber ku doz bi awayekî dadwerî neyê dîtin cihê doze hatibû veguherandin û kujerê Denîz Poyrazê gelek hîmaye dîtibû. Mîthat Sancar li ser mijarê wiha axivî,  “Di taliye de ji bo ev doz ji çavê raya giştî bê revandin veguhestine vir. Ev senaryo pir nas e. Vê senaryoyê kir ku edalet têk çû û faşîzm li welat bi cih bû. Kêliya ku hevala me Denîz Poyraz hat qetilkirin me got ev plana aloziyê ye. Ji bo civakê dîzayn bikin û bi armanca hin bêtir pergalê otorîter bikin ev plana aloziyê xistine dewreyê. Ji bo ev plana aloziyê were astengkirin çi ji destê me hat me kir.”