22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Biryara doza Denîz Poyraz hat aşkerakirin

Dadgehê biryara doza kujerê Denîz Poyraz, Onûr Gencer da û cezayê girankirî yê heta hetayê û 9 sal li kujer hat birîn

Danişîna 7’emîn a doza kujerê Denîz Poyraz, Onûr Gencer ku jê tê darizandin li eywana danişînê ya Girtîgeha Alîagaya Îzmîre hat lidarxistin. Heyeta dadgehê ji ber ku hin parêzeran berneda hundir, bi sedan kesên ku ji bo piştevaniya dozê hatin li ber girtîgehê çalakiya rûniştinê li dar xistin.

Serokê Baroya Îzmîrê yê berê Ozkan Yucel diyar kir ku li eywanek dadgehê ku kes lê nîne şano tê lîstin û got: “Heyeta dadgehê ji rastiyan ditirse. Tişta ku tê kirin ne darizandin e. Ji dozger heta emniyet û dadger kujer parastin û bûn şirîkê kuştina Denîz Poyraz. Heke em berdana eywanê me gelek tiştan bigota. Lê me bernedan. Lê bila dizanibin em ê li her derî li ber xwe bidin û têbikoşin.”  Ji parêzerên dozê Abdulmecît Yildirim jî got ew soz didin Denîzê ku wê dest ji vê dozê bernedin.

Durûtî

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî anî ziman ku ev tişta ku îro li Îzmîrê tê kirin di gelek dozan de derikeve pêşiay wan û got: “Herî dawî di doza malbata Dedeogûllari ya li Konyayê de tiştek wiha qewimî. Cinayeta li vir û li wir şirîkên hev in. Me got têkiliyan derxin holê û lêkolîn bikin. Lê 7 caran cezayê girankirî li kujer birîn. Ev sed sal in em vê yekê re rûbirû ne. Mixabin dema ku kurd dibin mijar her tim daraz bi cotstandiyê tevger dike. Helbet wê rojekê têkiliyên qirêj ên vê cînayetê derkevin holê. Ew roj nêz e.”

 Fehîme Poyraz: Me serê xwe netewand

Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz jî got: “Ez ne ji vê dewletê û ne jî ji polîsên we ditirsim. Ew ji siya me jî ditirsin. Kujerê keça min ji gelê kurd veşartin. Dewletê destek da wî kujerî. Ji niha şûn ve jî wê her tiştî bikin. Lê em stû xwar nebûn û li ser pêya ne. Şehîd namirin.”

Sancar: Wê nikaribin ser heqîqetê bigirin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî axivî û destnîşan kir ku darazek ku dawiya wê trajîk e diqewime û û mafê sereke yê parêzeran hatiye binpêkirin. Sancar got kes nikare ser vê heqîqetê bigire.

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê bi dawî bû. Girse ber bi Baroya Îzmîrê ve derket rê, di heman kêliyê de dadgehê jî biryar da.

Cezayê heta hetayê yê girankirî hat birîn

Dadgehê ji sûcê “kuştina sêwirandî ya biqestî” cezayê heta hetayê girankirî, ji sûcê “xesar daye mal û milk” 4 sal ceza, ji sûcê “destnedayîna xanî” 2 sal ceza, ji sûcê “muxalefeta li dijî qanûna çekên gule berdidin” 3 sal cezayê hefsê li kujer Onûr Gencer birî.