28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêxistinên hiqûqê xwestin ku kujerê Tahîr Elçî bê aşkerekirin

Rêxistinên hiqûqê li gelek bajaran bi boneya salvegera kuştina Tahir Elçî daxuyanî dan û gotin: “Bila faîl bên aşkerekirin û cezakirin. “

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di 28’ê mijdara sala 2015’an de li ber Mînareya Çarling a li Sûr a Amedê hate kuştin. Bi boneya 8’emîn salvegera kuştin Elçî, rêxistinên hiqûqê li gelek bajaran daxuyanî dan. Di daxuyaniyên bi pêşengtiya rêxistinên hiqûqê de hat xwestin ku faîlên Tahîr Elçî bên girtin û cezakirin.

Di vê çarçoveyê de li bajarên Edene, Antalya, Mêrsîn, Îzmîr, Ankara, Wan û Stenbolê daxuyanî hatin dayîn. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û gelek welatî tev li daxuyaniyan bûn. Di daxuyaniyan de wêneyên Tahir Elçî hatin hilgirtin, pankarta “Em ê te ji bîr nekin” hate vekirin û Elçî hat bibîranîn.

Çalakvanan xwestin ku faîlên Tahir Elçî bên girtin û cezakirin. Her wiha beşdaran diyar kirin ku dê têkoşîna wan bidome.