10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Bedlîs û Wanê herî kêm 43 kes hatin binçavkirin

Di encama serdegirtinên malan ên li Bedlîs û Wanê de kal û nexweş jî di nav de herî kêm 43 kes hatin binçavkirin.

Îro di danê sibehê de li gundên girêdayî navçeyên Xîzan û Tetwanê yên Bedlîsê bi ser gelek malan de hate girtin. Hat zanîn ku serdegirtin bi îdiayê “Endamtiya rêxistinê” û “Alîkarî daye rêxistinê” hatine kirin û gelek kes hatine binçavkirin. Beriya serdegirtinan, gund ji hêla leşkeran ve hatin dorpêçkirin. Piştre jî bi ser gelek malan de hate girtin.

Di danê sibehê de li navenda Wanê û navçeyên wê yên Westan û Rêya Armûşê jî polîsan bi ser gelek malan de girtin. Hat zanîn ku operasyona binçavkirinan, di çarçoveya lêpirsîna li Bedlîsê de hatine kirin.

Ji bo lêpirsînê biryara nepeniyê hatiye dayîn û hate qedexekirin ku binçavkirî heta 24 saetan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.

Hat zanîn ku di encama her du operasyonan de herî kêm 43 kes hatine binçavkirin. Di nava binçavkiriyan de kesên kal û nexweş jî hene. Hat diyarkirin ku kesên behsa xeberê dê bibin navenda Bedlîsê.  Operasyona binçavkirinan û dorpêça li ser gundan didome.

Li gorî agahiyan, hin kes di dema binçavkirinê de hatine derbkirin, derî û pacên malan hatine şikandin.

Navên hin kesên li Bedlîs û Wanê hatine binçavkirin wiha ne: Suleyman Korkmaz, Medîne Avcil, Abdurrahman Avcil, Şukru Avcil, Beşîr Çetîn, Kerem Çetîn, Turan Çetîn, Agit Çetîn, Welat Çetîn, Sînan Çetîn, Azîze Çetîn, Mazhar Hergul, Mahîr Hergul, Şîrîn Hergul, Pekîn Hergul, Cemal Înan, Erdal Înan, Sînan Aydin, Zakîr Înan, MemÎxan Avras, Eylem Denîz Avras, Helîn Avras, Kezîban Avras, Maşallah Elmas, Şakîr Arvas, Cevdet Arvas, Tahîr Arvas, Mûrat Arvas, Zubeyde Arvas, Nûrûllah Arvas, Mutalîp Arvas, Reşît Aydin, Emrûllah Aydin, Bedrettîn Gezîcî, Elîf Gezîcî, Hasîbe Gezîcî, nexweşê penceşêrê Îsa Gezîcî, Mahsun Gezîcî, Serkan Gezîcî, Mûstafa Gezîcî, Emin Gezîcî, Sedat Gezîcî û Gurgun Çîftçî.