7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêxistinên jinan di doza Peymana Stenbolê de bûn yek

Piştî vekişandina Peymana Stenbolê 200 sazîyên sivîl û civakî, ji bo armanca vekişîna peymanê îtîraz bikin serî li Dadgeha Bilind dan. Di nava 200 saziyan de gelek baroyên bajarên Tirkiyeyê, rexistinên jinan û saziyên civakî serlêdan kirin. Dîsa gelek kesayetiyên navdar jî weke tekakesî serî li dadgehê dan. Danişîna dozê ya yekemîn di 28’ê nisanê de li Daîreya Dadgeha Bilind a Dewletê ya 10’emîn pêk hat. Di danişîna yekemîn de serlêdana 10 rêxistin û kesayetiyan hat nirxandin. Yek ji saziyên ku serlêdana îtîrazê kiribû jî Baroya Amedê ye. Ji Baroya Amedê parêzer Asli Pasînlî beşdarî danîşînê bû.

Parêzer Aslî Pasînlî qala pêvajoya dadgehê kir. Prz Asli Pasînlî der barê pêvajoya dadgehê rawestiya û wiha got: “Peymana Stenbolê ji bo tundiya jinan û tundiya li dijî her mirovî ji bo me nexşerê bû. Lê îktîdar di nava civakê de hişek ava kir. Em jî bi pirsên xwe li Dadgeha Bilind a Dewletê bûn. Me pirsên ‘Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got ku peymana Stenbolê ne li gorî berjewendiyê cemawerî ye. Eger ku vekişandina Peymana Stenbolê li gorî berjewendiya cemaweriyê be, gelo berjewandiya cemawerî çiye?’ û ‘Tirkiye ya ku di kuştina jinan de ew qas li pêş e û di wekheviya jinan de li paş e, çima xwe ji Peymana Stenbolê vekişand?’ pirsî.

‘Erdogan vîna gel tune dihesbîne’

Pasînlî pertek nîşanî biryara Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan da û wiha got: “ Pîvanên vekişandina peymana heye. Lê Serokkomar Erdogan bi tena serê xwe biryara vekişandina peymanê da. Welatiyên Tirkiyeyê Peymana Stenbolê dixwazin. Lê Serokkomar li gorî xwe biryar digire. Ev jî diyar dike ku Erdogan vîna gel tune dihesbîne. Erdogan Peymana Stenbolê fesih kir. Fesîhkirina tiştekî ji holêrakirina wî tiştî ye. Hê jî li 46 welatan Peymana Stenbolê di meriyetê de ye. Zagona bi hejmara 6284’an bi Peymana Stenbolê ket meriyetê. Piştî vekişandina peymanê êdî tu wateya vê zagonê jî nema.”

Pasînlî anî ziman ku biryara di dadgehê de derket gelek girîng bû û wiha berdewam kir: “Piştî axaftinan jî dozgerê Dadgeha Bilind a Dewletê mutalaa da. Dozger xwest ku şandeya dadgehê biryara betalkirina vekişînê bide. Di heyetê de 5 kes hebûn. Ji van 4 kesan 2 kes biryara vekişandinê îtîraz kirin. Ger ku yek kesekî din jî biryarê îtîraz bike ev doz ê biçe temyîzê. Ger ku ev biryar bê qebûlkirin biryara Erdogan ê vala dere.”

‘Rexistina herî mixalîf jin in’

Pasînlî herî dawî destnîşan kir ku pêwist e dewlet li dijî tundiyê mêr tebikoşe û wiha got: “Li şûna dewlet li dijî tundiyê têbikoşe, mixabin li dijî kesên li dijî tundiyê têdikoşe. Xwedî derketina Peymana Stenbolê xwedî derketina jiyana jinê ye. Temînata hebûna me ye. Roja danîşina doza ji bo me jinan roja herî şoreşgerî bû. Encam çi bibe bila bibe hêza jinan li holê ye. Tirkiye gelekî ji heza jinan ditirse. Ji ber ku rexistina herî mixalîf jinin. Ji ber vê yekê rexistinên jinan krîmînalîze dikin. Jinan binçav dikin, an jî doza girtinê li saziyên wan vedikin. Lê roja danîşînê me dît ku gelek fikrên cûda di danişînê de gihiştin hev. Ev jî ji bo me jinan gelek wadetar û dîrokî ye.”