4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa Iraqê êrîşî dibistaneke li Şengalê kir  

Hêzên artêşa Iraqê duh di saetên êvarî de xwestin bikevin navçeya Sinûnê ya Şengalê. Li ser vê yekê hêzên Asayîşa Êzidxanê, YBŞ/YJŞ’ê bersîv da û destûr neda ku artêşa Iraqê bikeve navçeyê. Bi vê yekê re li herêmê şer derket. Şer didome. Artêşa Iraqê îro di saetên sibehê de bi sewqiyateke mezin leşer li Şengal û sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih kir. Piştî ku artêşa Iraqê dest bi êrişan kir, li herêmê şerekî dijwar dest pê kir. Hat zanîn ku artêşa Iraqê hewl dide ji herêma Tirbikayê bikeve Sinûnê û li herêmê pevçûnên dijwar diqewimin.

Leşkerên Iraqê êrîşî dibistanê kir

Li gor  nûçeya ROJNEWS’ê, artêşa Iraqê bajaroka Digurê ya Şengalê kir hedef û dibistanek hilweşand. Li navenda Şengalê û li navçeyên Dîgur, Sinûnê, Xanesor, Medîban û gelek herêmên din jî liv û tevgereke zêde ya helîkopteran heye.