3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Soylu li Şirnexê serdana leşkerên birîndar kir

Li Zap, Metîna û Avaşînê ji 17’ê nîsanê heta niha şer bi dijwarî didome. Li gorî çavkaniyên herêmê her roj cenazeyên leşkeran tên nexweşxaneyên Şirnex û Colemêrgê. Dîsa hejmara leşkerên birîndar a li nexweşxaneyan jî gelek zêde ye. Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu şevê din bi awayekî bêdeng çû Şirnexê. Soylu, li Fermandariya Lîwaya Cendirmeyên Komando ya Çakirsogutê xwarin xwar û piştre li Nexweşxaneya Dewletê ya Tumgeneral Aydogan Aydin a Şirnexê serdana leşkerên di şer de birîndar bûne kir.

Heta niha jî Wezareta Parastinê aşkere nekiriye ku ka çend leşkerên birîndar li vê nexweşxaneyê tên dermankirin. Lê çavkaniyên herêmê diyar dikin ku her roj gelek cenaze û leşkerên birîndar tên nexweşxaneyê.