6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa Iraqê êrîşî nuqteyên YBŞ û Asayîşa Êzidxanê kir

Artêşê Iraqê serê sibehê hewl da bi hêzeke mezin derbasî nava Sinûnê bibe. Piştî leşkeran xwestin têkevin nuqteyên Asayîşa Êzidxanê, şer qewimî.

Artêşa Iraqê bi zorê hewl dide ji milê Tirbika ve derbasî nehiya Sinunê bibe. Hêzên Asayîşa Êzidxanê, şervanên YBŞ-YJŞ’ê bersiva êrişan didin. Şer dewam dike. Artêşa Iraqê serê sibehê bi karwaneke wesayîtên zirxî ku ji 25 wesayîtan pêk dihat derbasî Medêban û sînorê Şengal-Rojavayê Kurdistanê bû. Di nav karwana wesayîtan de tank û çekên giran jî hebûn. Doh jî li nehiya Sinûnê ji ber êrişa artêşa Iraqê ji bo demeke kurt şer qewimî bû û artêşa Iraqê neçar mabû xwe ji qadê vekişîne.

Artêşa Iraqê 18’ê Nîsanê li Şengalê dor li gelek nuqteyên kontrolê yên Asayîşa Êzidxanê, YBŞ û YJŞ’ê girtibû û ji ber vê yekê jî şer qewimî bû.

Di rojên dawî de hem li Bexdayê hem jî li Şengalê ji bo çareserkirina pirsgirêkan gelek civîn ahtin lidarxistin. Lê tevî vê yekê jî artêşa Iraqê di polîtîkaya dorpêçkirin û êrişê de israr dike.