spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cerdevan li Cûdî û Bestayê ji bo qereqolan xwezayê wêran dikin

Cerdevanên li Şirnexê li herêma Besta û Çiyayê Cûdiyê, ji bo cih ji qereqolan re vekin, daristanê talan dikin. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya (MA) Cerdevan ji bo qereqol û binkeyên eskerî yên nû li Çiyayê Cûdî û herêma Bestayê bên çêkirin, xwezayê talan dikin û daran dibirin. Qirkirina daran bi destê cerdevanên bajaroka Sêgirkê ya girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê tê kirin. Li Sêgirkê cerdevanê bi navê Mahmût Balat bi beranberiya komîsyonê hin kom ava kirine û ev 2 sal in bi vê koman re bênavber daran dibire.

Li gor çavkaniyên herêmê, cerdevan Mahmût Balat, her roj komên ji 4-5 kesan pêk tên ava dike û li deverên cuda yên Çiyayê Cûdî û herêma Bestayê daran dibire. Rojê 20 komên bi vî rengî tên avakirin û ev kom li deverên cuda daran dibirin. Ev kom heftê 6 rojan daran qir dikin. Komên ji sivîlan pêk tên tenê roja înê daran nabirin û wê rojê naxebitin. Kesên di van koman de cih digirin rojê 200 lîreyî distînin.

Kesên daran dibirin, darên dibirin li traktoran bar dikin û tînin cihekî rast û li vir jî wan li qamyonan bar dikin.