27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêxistinên sivîl xwestin Zindana Amedê bibe muze

Rêxistinên sivîl û civakî di salvegera 43’yemîn a darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de li gelek bajaran daxuyanî dan û xwestin zindana Amedê bibe Muzeya Mafên Mirovan

Serfermandarê Giştî yê wê demê Kenan Evren 43 sal berê li Tirkiyeyê darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî pêk anî. Nûner û rêveberên gelek sazî û rêxistinên civakî bi boneya salvegera darbeye li gelek bajaran daxuyanî dan çapemeniyê.

 Stenbol

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê li ber avahiya Radyoya TRT’ê ya berê daxuyanî da û gelek rêxistinên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulser Yolerî behsa tiştên di 12’ê Îlonê de qewimîne kir û xwest destûrek bingehîn a nû ku demokratîkbûnê û azadiyan esas digire bê çêkirin û li gel vê jî pêvajoyek çareseriyê û pozîtîf were pêkanîn. Hewldana 78’yan a Stenbolê jî li Kazanci Yokuşu yê Taksîmê daxuyanî da û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdar bûn. Parêzvanê mafên mirovan Nîmet Tanrikulu daxuyanî da û bal kişand ser rewşa Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can ê girtî û xwest Can bê berdan. Endamê Hewldana 78’an Îsmet Evren axivî û destnîşan kir ku siyaset û pêkanînên darbeya 12’ê Îlonê îro jî didomin. Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk jî axivî û got li dijî zîhniyeta darbeyan têkoşîna wan didome.

 Zindana Amedê bikin muzeya mafên mirovan

Di daxuyaniyê de daxwaz hatin kirin û hat destnîşankirin ku divê rastiya li Zindana Amedê ya Jimara 5’an a Leşkerî bê gotin û ji bo mirovahiya mezin û welat bila veguherînin “Muzeya Mafên Mirovan.”

Riha

Hewldana 78’an a Rihayê jî li ber avahiya Baroya Rihayê têkildarî 12’ê Îlonê daxuyanî da. Parêzvanê mafên mirovan Akin Bîrdal, Serokê Giştî yê Basin-Îşê ya DÎSK’ê Farûk Eren û gelek kes tev li daxuyaniYê bûn. Hevserokê DBP’a Rihayê û endamê Hewldana 78’an Vahît Akgun daxuyanî da û bertek nîşanî girtina Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can da û destnîşan kir ku di roja me ya îroyîn de jî pêkanîn û zilma 12’ê Îlonê berdewam dike. Akgun anî ziman ku divê li dijî polîtîkayên zilmê têkoşînek hevpar bê dayîn.

Hatay

Şaxên ÎHD’ê yên Îskenderûn û Hatayê jî daxuyanî dan û pêkanînên 12’ê Îlonê şermezar kirin û hat destnîşankirin ku pêdivî bi destûrek bingehîn a demokratîk heye.

 Mêrsîn

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê û Komeleya Hewldana 78’an a Mêrsînê li Parka Zarokên Azad daxuyanî dan. Seroka Komeleya Hewldana 78’an Yeşîm Daggeçen daxwaz kir ku destûrek bingehîn a demokratîk, azadîxwaz û wekhev bê amadekirin û got: “Em dixwazin ku Zindana Amedê ya ku hovîtiya mezin lê hat kirin veguherînin Muzeya Mafên Mirovan.”

Dêrsim

Şaxa ÎHD’a Dêrsimê jî ev daxuyanî da: “12’ê îlonê mîladek nîne. Mîlîtarîzm cewhera kevneşopiya siyasî ya vê erdnîgariyê ye. Ji ber vê yekê weke parazvanên mafên mirovan di salvegera 12’ê îlonê de dixwazin helwesta xwe ya li dijî mîlîtarîzmê careke din bi raya giştî re parve bikin.”