spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwanên rojhilatê Kurdistanê: Bi şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ wê jin azad bibin

Yekîtiya Jinên Ciwan yên Rojhilatê Kurdistanê wiha got; “Bi şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ emê jinên ciwan ên cîhan û welat azad bikin, ji bo vê jî pêwîstî bi azadiya Rêber Apo heye. Divê herkes bi şêwazek herî bihêz tev li çalakiyên ji bo salvegera serhildanê bibin.”

Duh Yekîtiya Jinên Ciwan yên Rojhilatê Kurdistanê bi boneya yekemîn salvegera destpêkirina serhildana Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de bang li hemû jinên ciwan hate kirin ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe bilind bikin, bibin yek û welat azad bikin. Bang li hemû ciwanan hate kirin da ku bi şêwazek aktîf tevlî çalakiyên ji bo savgera serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bibin.

Daxuyanî wiha ye:

“Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi pêşengiya jinan û bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, azadî’ serhildanek destpêkir. Piştre belavî nava hemû civak û cîhanê bû, di dîroka Rojhilata Navîn û cîhanê de ev serhildan bê mînak bû. Ev jî vê rastiyê raxist ber çavan ku jin û civak bi avakirina hêza rêxistina xwe û têkoşînek hevbeş, dikarin bigihin serkeftinê.

Dinyayê girîngiya tezên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, taybet jî ên li ser mijara azadiya jinan dît. Ji bo vê azadiya fizîkî ya Rêber Apo, tê wateya azadiya jinan. Herwiha jin têkoşîna ji bo mîsogeriya azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan û belavkirina fikir û ramanên wî weke erka xwe ya sereke dibînin.

Qonaxa niha qonaxa têkoşîna azadiya jine û rola sereke û berpirsyartiyek girîng dikeve ser jinên ciwan. Di vê qonaxê de paradîgmaya Rêber Apo û bîrdoziya rizgariya jin bi bandore. Ji bo vê erk û berpirsyartiya me weke jinên ciwan gelekin, stratejiya şerê gelê şoreşgerî, erkê bicihanîn û azadiya fizîkî ya Rêber Apo sedema serkeftinê ya têkoşîna mene. Li ser vî bingehî pêwîste em Rêber Apo rast têbigihin û bi serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’, azadiya hemû jinên cîhan û azadiya welat serbixîn.

Divê tevahî jin bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berê xwe bidin eniyên serhildanê, bila em hertim yekîtiya jinan û yekîtiya hevaltiya jinan pêşbixîn. Li ser vî bingehî bi şêwazek herî bi hêz tevlî çalakiyên salvegera serhildanê bibîn. Em bi kiryarên xwe nîşan bidin ku sedeya 21’an çawa pêngav bi pêngav pêş dikeve.”