spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şenyaşar nobeda edaletê li nexweşxaneyê didomîne

Emîne Şenyaşar a ku wê emeliyat bibe pankarta ku li ser “edalet” nivîsandiye, li gel xwe bir nexweşxaneyê. Şenyaşar li nexweşxaneyê nobetê didomîne

Emîne Şenyaşar a ku parêzvan û xizmên parlamneterê AKP’ê yê berê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz du kur û hevjînê wê qetil kirin, nobeda xwe ya edaletê li nexweşxaneyê didomîne. Emîne Şenyaşar îro neçû cihê çalakiyê û bi boneya çongên xwe emeliyat bike çû nexweşxaneyê. Şenyaşar pankarta li ser “edalet” nivîsandibû li gel xwe bir nexweşxaneyê. Şenyaşar birin odeya muşahedeyê û piştî nîvro hat emeliyatkirin.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar da zanîn ku heta dayika wî baş bibe dê navber bidin çalakiya nobeda edaletê.