6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rihayî dibêjin: Mirov ne ji ber erdhejê ji ber xemsariyê îktidarê dimirin

Li Rihayê di encama erdhejê de gelek avahî hilweşiyan û zêdetirî 48 kesî jiyana xwe ji dest da. Piştî hilweşînê welatiyan bertek nîşanî xemsariya îktidarê da.

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Mahmût Altintaş ji Rihayê nûçeyên erdhejê radigihandin. Li navenda erdhejê navçeya Bazarcixê ya Mereşê di 6’ê Sibatê saet li derdora 04.20’an êrdheja bi pileya 7.7 pêk hat û bandor li ser gelek bajarên bakur û rojavayê Kurdistanê û Suriyeyê kir. Li Rihayê jî di encama erdehejê de gelek avahî li navend û navçeyan hilweşiyane û heta niha 48 kesî jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 103 welatî birîndar bûne.

Di bin kavil de hawar

Ji ber xemsariya rayedaran, dengê hawar û qîrîna xelkê li bajêr olan dide. Me guh da hawara xelkê. Di destpêke de me avahiyeke hilweşiya bû dît, mirov li dorê kom bûbûn. Li benda alîkariyê bûn lê tu kesî hawara wan nedibihîst. Her çiqas piştî demeke dirêj tîmeke rizgariyê hat jî lê ji bo rizgarkirina mirovên di bin kavil de bes nebû.

Ji ber ku tîmên rizgariyê têrê nakin, welatiyên li dora kavilê avahiyê kom bûbûn nerazîbûn nîşanî xemsariya rayedaran da.

Ji bin avahiyeke li bajêr piştî demek dirêj cenazeyê 3 welatiyan ji bin kavilê hat derxistin. Li Rihayê ji 20’an zêdetir avahî hilweşiyane. Zarokeke ku temenê wê nehat zanîn û di bin kavil de jiyana xwe ji dest dabû.

Lêgerîn berdewam in lê…

Li kavilên avahiyên hilweşiyayî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin. Gelek welatî bi birîndarî ji binê kavilan tên rizgarkirin û sewqî nexweşxaneyan tên kirin.

Welatî ji bo tevdîra canê xwe li gel baran û sermaye jî şeva xwe li derve derbas kir. Li gel ku 24 saet di ser erdhejê re derbas bûye jî ji bo welatiyan cihê kombûnê nehatiye diyarkirin. Xelkê bajêr ê li derve nikarin xwe bigihînin xwarin û vexwarinê û ji bo pêdiviyên welatiyan tu alîkarî û piştevaniyek nehatiye temînkirin.

Mirî û birîndaran zêde dibin

Li Rihayê heta niha 48 welatiyan canê xwe ji dest dane û 103 welatî jî birîndar bûne. Welatî bertek nîşanî daneyên ku îktidar aşkera dike didin û dibêjin, “Îktidar henekan bi me dike. Riha wêran bûye. Lê tîmên ku me rizgar bikin tune ne. Em baweriya xwe bi hejmara mirî û birîndaran ku îktidar aşkera dike nayînin.”