spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meşa enternasyonalîstan di roja duyemîn de ye

Meşa enternasyonalîstan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 2'yemîn de li bajarokê Morges ê Lozanê destpê kir

Meşa Dirêj a Enternasyonalîstan’ ku li bajarê Cenevre yê Swîsreyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir, di roja duyemîn de ye.

Li gel ba û sermayê aktîvîstên enternasyonalîst bi 13 kîlometreyan meşiyan û li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê daxuyanî dan çapemeniyê. Aktîvîstan meşa xwe ji Cenevreyê heta bajarê Versoîxê dewam kirin. Çalakger ji bo şeva xwe lê derbas bike vegeriyan Cenevreyê û di roja duyemîn de ji bajarokê Morgesê yê Lozanê dest bi meşê kirin.

Çalakgeran ji bo bîranîna qurbaniyên erdheja li Kurdistanê banda reş bi milê xwe ve kirin. Meş wê li Qada Place de Riponneyê bi dawî bibe ku Peymana Lozanê lê hatibû mohrkirin. Ji Almanya, Spanya-Katalonya, Portekîz, Fransa, Îngilistan, Swîsre, Slovenya, Bûlgaristan, Keya, Ekvator, Meksîka, Macaristan, Awûstûrya, Brezîlya û Hindistanê zêdeyî 120 enternasyonalîst û Kurdistanî tevlî meşê dibin.