7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Roboskê

Bila berf rabe ez ê li parçeyên canê te bigerim

Belkî destek te bibînim deynim ber dilê xwe

hêlînekê çêkim jê re wekî ya çivîkan…

Siwarên me bo çi wiha hatin kuştin

li ser pişta hespên enîspî

Destek te tunebû

Min ê xwe danî cihê wî

Helal be li te

Çavên te kêm bûn

Min ê xwe danî şûnê

Xweş helal be li te roniya wî

Pê binêre li halê me yê mirinokî

Carna jî wî bikirpîne da ku baran nebare…

Berfa sersalê di berîkên min de bû çîrok

Bêhna mazotê, serxweşiya hespan, vê xema giran…

Dikim nakim şiyar nabim…

Min di 8’ê Çileya 2012’an de wiha nivîsiye ji bo Roboskê! Di ser re hezar sal jî derbas bibe, wekî tevî birînên welat, her nû dimîne. Hê jî dicemide jiyan li ser pişta hêstiran, li ber sînoran. Hest û ramanên mirov çawa dibin parçeyên jiyana heyî? Mirov dûr be jî nêz e; dikare çavên xwe bike diyarî, dikare hem bibe berf, hem jî di bin berfê de li kuştiyên xwe bigere. Jixwe herçî Kurdistan e bê kuştî nemaye; ew bi xwe jî kuştî ye lewre. Li hembêza me, em li hembêza wê, dem û dewran tofana li ser serê me. Ev yekbûyîn e ku nahêle em, ji ‘embûnê’ derkevin. Wekî stêrkan, wekî lat û zinaran tim li cihê xwe bimînin. Niha pispor jî dibêjin ku ji bilî rastiya daringî –madî- ya hestewarî jî heye. Dema ku tu tişek hîs dikî, di heman demê de dijî jî. Dema dijî jî dibe rastî, wisa dibe rastî ku kîmyaya bedenê jî diguherîne. Loma jî mirovên li ser erdê jî dikarin sivik bibin wekî ku li ser ewran bijîn. Mirov çi bijî rastî ew e. An jî rastî wekî baweşînek xanimên kurd rengîn û qatqatî ye. Ji bo wê Roboskê jî di dilê me de ye, Helebçe jî bexçeyên hêviyan û volkana tolhildana wan jî… Tenê tişta ku em jê re dibêjin ‘jan, êş’ jî parçeyek ji hebûna me ye, jiyanî ye.

Îja min li jêr wan hevokên li jor wiha jî gotiye;

Em xwîna heyatê ne dayê dirijin diçin

Bila ewr desmalên xwe derxin ji bo me…

Dême ewr jî tev li janên me ne, robarên demê jî awirên çavan û meşa zarokan jî. Bi vî awayî rastî yekbeden û yekgiyan e. Teva ku ji ber hişmendiya şîlokirî ji me re û tevlihev û kaosî jî tê, her tişt pir zelal e. Em kî ne, li ku ne? Roboskiyan çawa vedişêrin di paşila xwe de? Bes em dizanin. Bila dagirkerî û durûtî dûrê me be bes e.

Li gorî salnameyan dîsa hejmarek diguhere, “21” dibe “22” lê gelo ji berî mîladê yan piştî mîladê? Mîlad çi ye, kî dikare ‘mîladên’ me yên ku her roj zêde dibin tune bihesibîne? Qey birînên me, yên tî bûn, xezal çûn ser kaniyê avê vexwarin? Lew wayê tîna min jî ya zeman jî şikest. Zeman wek hubrek ji xwînê ji rehên min dikişe. Ev hevok jî ji heman rûpelê ne lê çi ecêb e, min gotiye “birînên tî” mirov çi tiştek ecêb e. Wekî şikeftek bêdawî û tije giyan e. Her carê yek li tembûrê dixe lê ji bo ku rewşa welat zêde naguhere, tembûrvanê me timî heman newayê dijene, newaya windabûyî û windakiriyan. Dê timî jî bijene heta ku ev welat û jiyan serfiraz be û rûyê şehîdan bikene. Wekî ku hozan gotiye; “Divê bitirsin, lew her tişt li bîra me ye!”