27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Encu: Em ê bi têkoşîna xwe kujeran darizînin

10 sal berê di 28’ê kanûna 2011’an de balafirên şer ên tirk li Roboskî bombe barandin û 34 welatî qetil kirin. Bi minasebeta 10’emîn salvegera komkujiya Roboskî Siyasetmedar Ferhat Encu axivî. Encu destnîşan kir ew ê bi têkoşîna xwe kujeran darizînin.

Di 28’ê Kanûna 2011’an de  balafirên şer ên dewleta tirk li gundê Roboskî yê Qilebana Şirnexê welatiyên ku bazirganiya ser sînor dikirin bombebaran kir. Di êrîşê de 19 ji wan zarok 34 welatî hatin qetilkirin. Dosyaya ku li ser biryara veşarî hebû di 11 hezîrana 2013’an de ji aliyê Serdozgeriyê Komarê yê Amedê biryara “Ev ne pêywira me ye” hat dayîn.  Dozyaya ku çû Dozgeriya Leşkerî ya Serfermandariya Artêşa Tirk  di 7’ê Çileya 2014’an de dozgeriya leşkerî got; “Di buyerê te tu qusûra TSK’ê (Hêzên Çekdarî ya Artêşa Tirk) tune ye” û biryara neşopandina dosyayê da. Li ser vê yekê parêzeran îtiraz kir û dosya birin Dadgeha Bilind. Lê Dadgeha Bilind jî dosya red kir. Di 23’yê Tebaxa 2016’an de vê carê malbat û parêzeran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê DMME’yê dan. Di 17’ê Gulana 2018’an de DMME’yê jî bi hinceta “Belge Kêm in” dosya red kir. Komkujiyek wiha mezin û li pêş çavê her kesî pêk hat bêceza hat hiştin û di ser de jî malbat û xizmên qurbaniyên komkujiya Roboskî rastî zext, tundî, îşkence, binçavkirin, girtin û cezayan hatin. Bi minasebeta 10’emîn salvegera komkujiya Roboskî xizmên kuştiyan û siyasetmedar Ferhat Encu ji bernameya Podcasta Xwebûnê re axivî û geşedanên qewimîne nirxand.

* 10 sal di ser komkujiya Roboskî re derbas bûn, di van salan de geşedanên çawa çê bûn tu dikare vebêje?

Belê di ser komkujiya Roboskî re 10 sal derbas bûn, lê me tiştek bi dest xist? Na. Di vî alî te tu geşedan çê nebûn. Di hêla huqûqî de em hêj li cihê xwe ne. Me tu encam bi dest nexist. Lê di helekê de gelek geşedanên dîtir çê bûn. Piştî komkujiyê malbat hatin darizandin, binçavkirin, darizandin û hatin cezakirin. Li aliyê din me heta parlementoyê jî doza mafên xwe kir. Lê di hêla erênî de ji bo ku kujerên Roboskî bê diyarkirin û darizandin tişek nehat kirin. Kesên ku ev komkujî pêk anîne, biryara komkujiyê dane ew hêj jî li cihê xwe ne. Hêj desthilatdarin. Hêj komkujiyên dîtir pêk tînin. Di vî warî de ku geşedan tune ye.

* Dozgeriya Leşkerî ya serfermandariya artêşa tirk  di 7’ê çileya 2014’an de dozgeriya leşkerî got; “Di buyerê te tu qusûra TSK’ê tune ye”  û biryara neşopandina dosyayê da. Li gorî we ev çi îfade dike?

Belê dozgerê leşkerî derheqê Doza Roboskî de biryara neşopandinê da. Bêguman di 28’ê kanûnê de dema ev komkujî pêk anîn hêviyên me jî tune bûn. Çimkî yên ku ev komkujî pêk anîn ew bi xwe bûn. Pişî komkujiyê bi hefteyekê dema me serî li dozgeriya Qilebanê da, li şûna ku lêpirsînê li kesên komkujî pêk anîne vekin, lêpêrsîn li malbatan vekirin. Piştî sal û nîvekê dozgeriya leşkerî dest danî ser dosyayê û biryareke bi vî awayî da. Em dipirsin ev balafir ên kê ne? Balfir ên leşkeriyê ye. Kê biryar daye? Serleşkerê wan daye. Kê biryara neşopondina Doza Roboskî daye? Dîsa leşkerên wan e. Yanî kujer ew bi xwe ne, wan ev komkujî pêk anîne û di rewşeke wiha de bêguman ewê biryara neşopandinê bidin. Komkujî li pêşberî çavên hemû cîhanê pêk hat. Balafir ên kîjan dewletê ne hemû diyar e. Nikarin bêjin bi şaşî an jî xeletî jî pêk hatiye. Bi awayekî  pilansazî ev komkujî pêk hat.  Ev jî bingeha ji dîroka avakirina komara tirk heta niha ji feraseta tunekirinê digire. Li hemberî gelê kurd, li hemberî erdnîgariya kurdan bi dehan komkujiyên bi vî awayî pêk hatine. Dema kujer ew bin jî xwe diparêzin.

* Piştî serlêdana Dadgeha Bilind hat redkirin vê carê malbat û parêzeran serî li DMME’yê dan. Lê DMME’yê jî bi hinceta “Belge Kêm in” dosya red kir. Gelo ev belgeyên kêm çi bûn anjî kêmasiya ku derket ji çi qewimî?

* Belê piştî biryara dadgeha leşkerî me serî li Dadgeha Bilind da. Dadgeha Bilind jî biryareke siyasî da. Çimkî kes nikare vê heqîqetê bi awayekî din pênase bikin. Ji bo ser vê heqîqetê bigirin her rê û rêbas bi kar anîn. Heke ev ne biryareke dijminî be, heke ne biryareke siyasî be ev çi biryar e? Her wekî din di serlêdana DMME’yê jî dibe ku di dosyaya hin malbatan de kêmasî hebûn. Dikarîbû redkirina van dosyayan bihata kirin lê yê din gerek qebûl kiribûna. Lê mixabin ev nehat qebûlkirin. Bi giştî hat redkirin. Hincet jî di belgeyan de hin kêmasî hene. Lê li holê 34 kes hatine qetilkirin û 19 kes ji wan zarok in. Ji bo kêmasiya belgeyekê biryareke bi vî awayî hat dayîn. Kesên ev biryar dan dê çawa jiyana mirovan biparêzin? Gelo çi prosedur heye ku bikeve pêşiya darizandina kujerên 34 kesan. Ev biryara ne biryareke mirovî ye ne biryareke exlaqî ye û ne biryareke wijdanî ye. Dîsa malbatên Roboskê hatin mexdûrkirin, dîsa heqîqeta komkujiya Roboskî hat nuxumandin. Bêguman kêmasiyên parêzeran jî heye. Diviyabû ku hinceteke bi vî awayî me nadaba dest.

* Di warê hiqûqî de hêviyeke we ya edaletê heye ku kiryar bên darizandin û cezakirin, an na?

Heta ku AKP/MHP li ser rêveberiyê bin, desthilatdar bin tu hêviya me ya edaletê tune ye. Lê bêguman ev têkoşîna me dê bidome. Em ê bi her awayî têbikşin. Hêviya me ji têkoşîn û hêza me heye. Em ê bi vê hêz û baweriyê têkoşînê di encamê de kujeran bidarizînin. Encax bi têkoşînê guhertinek pêk bê û em dikarin kujerên komkujiya Roboskî darizînin. Lê bi vê pergalê ku dê kujerên komkujiya Roboskê bên darizandin hêviyeke wiha tune ye. Di pêşerojê de ku ev desthilatdar bên guhertin hin hêvî hene ku kujer bên darizandin. Herî kêm pêşiya dozê bê vekirin. Piştî ku pêşiya dozê bê vekirin bi têkoşîna xwe emê wan kujeran darizînin.

* Vê komkujî li ser malbatan tramvayeke çawa ava kir. Niha rewşa malbatan çawa ye?

Bi rastî jî dema ku komkujî pêk hat her kesî dît ku rewşeke çawa bû. Bi çi awayî pêk hat û piştî komkujiyê çi çê bû. Herkesi dît ku malbatan bi destên xwe, bi pêçiyên xwe parçeyên laşên zarokên xwe kom kirin. Li ser pişta hêstir û bi romoqên traxtoran anîn nav gund. Tramvayek bi vî awayî hat jiyîn. Şîn mezin bû. Malbatan êşek mezin kişand. Ev 10 sal in ev êş didome. Dibe ku bi vê êşêre jiyanek heye. Elimandinek heye. Lê wekî roja ku komkujî pêk hatiye ev êş jan dide. Malbat hêj jî dema ku bîranînên zarokên wan tên ber çavên wan digirîn. Hêj gelek malbat cilên reş li xwe dikin. Mirovên ku ji ber tramvaya wê rojê aqlê xwe hinda kirine heye. Di nava vî 10 salan de tişta ku hatiye guherîn tenê zeman e. Ji xeynî demê tiştek nehatiye guherîn.

* Li ser kurdan her tim komkujî pêk tên. Lê carnan hin tişt tê jibîrkirin. An jî komkujiyek nû ya beriya xwe dide jibîrkirin. Li ser vê rewşê tê çi bibêje?

Belê mixabin di dîroka Kurdistanê de bi 10’an komkujî pêk hatine. Her komkujî komkujiya beriya xwe dide jibîrkirin. Lê divê her tim di bîra mirov de be.  Dema ku tu komkujiyekê ji bîr bike dê komkujiyeke din rû bide. Ji bo komkujiyeke din li ser vê erdnîgariyê, li hemberî gelê kurd pêk neyê, divê hewildanên xwedîderketin û bilindkirina têkoşînê hebe. Belê 10 sal di ser komkujiya Roboskî re derbas bûn. Gelek tişt jî guheriye di warê bilinkirina tekoşînê de. Lê mixabin hin komkujiyên di salên dawî de komkujiya Robêskî ber bi jibîrkirinê ve dehv da. Divê em tenê di salvegerê de vê komkujiyê bi bîr nînin. Divê mirov  her tim xwedî li têkoşîna malbatan derbikeve. Bangawaziya me ji hemû saziyan, ji kesên ku mafên mirovan diparêzin re heye ku xwedî li têkoşîna li dijî komkijiya Robaskî der bikevin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê