26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mexmûrî: Em dorpêçê qebûl nakin 

Hêzên Iraqê serê sibehê xwestin bikevin wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) û derdora wargehê bi têlan bigirin. Şêniyên Mexmûrê li dijî vê yekê nerazîbûn nîşan da. Piştî demekê Şandeyek wargehê bi rayedarên Iraqê re civiyan. Piştî şandeyê bi berpirsê leşkerî ya Navçeya Mexmûrê Seîd Abdulah re hevdîtin kir,  daxuyanî da. Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Hecî Kaçan daxuyanî da û wiha got: “Me têkildarî rewşê bi berpirsê leşkerî yê Navçeya Mexmûrê re hevdîtinek kir. Me nerazibûna gel a li dijî têlkirina derdora wargehê anî ziman. Me got bi tu awayî em têlkirina derdora wagehê qebûl nakin. Wek wargeh me heta niha li hemberê zagonên Iraqê tu bê mafiyek ne kiriye û hertim me rêz da ye zagonên Iraqê. Leşkerên Navçeyên Mexmûr jî gotin ku nikarin bi serê xwe tevger bikin û biryar li Bexdayê tên girtin. Leşkeran anîn ziman ku dê bi rayedaran re hevdîtinê bikin. Piştî daxuyaniyê gelê wargehê belav bû, niha li wargehê rewş asayî ye.