17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Roja 15’ê gulanê

Ronahî û tarîtiya sibeha 15 gulanê di destê  hilbijêran de ye. Mohra hilbijartinan di destê  hilbijêran de ye. Xwedîderketina li dengê xwe, xwedîderketina li maf û siberoja zarokên vî welatî ye

Roja 15’ê gulana 2023’yan an wê gelê Tirkiyeyê çavên xwe li rejîmeke nû veke û hêviya çareseriya gelek pirsgirêkên vî welatî dest pê bike yan jî heke rejîma desthilat bimîne dê krîzên heyî yên siyasî û aborî kûrtir bibin.

Roja 15’ê gulana 2023’yan dê rojeke dîrokî û binîşan be ne tenê ji bo gelên Tirkiyeyê lê ji bo hemû Rojhilata Navîn, ev yek derbasdar e. Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 14’ê Gulanê de hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê pêk tên. Di van hilbijartinan de rikbirî û pêşbazî di navbera 2 aliyên sereke de ye. Hilbijartin di navbera alîgirên demokrasî û guhertinê û aligirên pergala heyî ya ku 22 sal ın li ser kar e û ev welat di nava krîzên aborî û siyasî de hiştiye.

Bê guman gelek kesên ku naxwazin ev rejîm were guhertin jî hene. Alîgirên vê rejîmê bi hezaran kes li mala xwe rûniştıne û her yek 3-4 meaşan distîne. Ma kesên wiha wê çima bixwazin ev rejîm were guhertin, ji ber berîka wan tijî ye krîza aborî û bihabûn jî ne xema wan e.

Ji bo her kes kûrahiya vê krîza aborî bibîne û nas bike mirov dikare bi mînakekê vê yekê bîne ziman. Di sala 2002’yan de dema nû ev hikumet hat ser desthilatdariyê zêrên biçûk (çeyrek) bi 21 TL bûn niha bi wî pereyî kîloyek pîvaz nayê kirîn.  Îca berê dema ku gelekî li me zor dihat û rewşa me ya aborî xirabûya me digot; ‘De tiştek nabe ez nan û pîvazê bixim. Niha bi saya vê desthilatê em nema karin wê jî bikin’.

Îca ev hilbijartin gelekî girîng in an roja 15’ê gulanê em ê çavê xwe li rojeke nû vekin ku tê de pêşî li riya demokrasî û guhertinê vebe yan jî dê ev rejîm berdewam be û bi kîneke mezintir riya xwe ya berê dewam bike. Dijminahiya kurdan kûrtir bike, pêşî li hemû rê û rêbazên demokratîk û azadiyan bigire. zindanên wê yên ku tijî mirov bûne nema têra wê bikin û dest bi avakirina zindanên nû bike.

Roja 15ê gulanê roja hesabpirsînê ye, ji bo hesabê hemû dizî û karên ne li rê yên vê desthilatê dê gel bi kelecaneke mezin û bi mebesta hesabxwestina bi salan mohra xwe li ser alîgirên azadî, demokrasî, wekhevî û guhertinê bide.

Guhertina vê pergalê tê wateya guhertina hişmendiya tekparêzî, têkbirina hişmendiya nijadperestî û ya pergala li ser hîmê bertîl, dizî û rantxuriyê ava bûye.

Pirsgirêkên sereke yên li hêviya çareseriyê

Gelek mijarên girîng ên ku hewcedariya wan bi çareseriyê heye dê li hêviya desthilatiya nû be, ji kirîza siyasî û aborî û heta têkliyên bi welatên derve re, ji pergala hiqûqê û heta çareserkirina pirsgirêka kurd. Ji pirsgirêkên nelirêtî û diziyê û heta bi kontrolkirina dezgehên hiqûqê û bêedaletiyê ku tên kirin.  Dê ev mijar tev rojeva herîlipêş a desthilata nû be. Her wiha pirsgirêka sereke ya ku dê desthilata nû pê re rû bi rû bimîne jî pirsgirêka kurd e. Divê ew pirsgirêk bi riya diyalog û rêbazên aştiyane were çareserkirin. Heke desthilata nû bi wêrekî di vî warî de tevbigere û dest ji hişmendiya inkar û imhayê berde dê ew pirsgirêk were çareserkirin. Lê heke bi hişmendiya înkar û tunekirinê tevbigere û wekî rejîmên berê serî li rêbazên şer û înkarê bide dê aqûbeta vê desthilata nû jî weke ya berî wê be.

Dê vê pergala rizyayî êdî biguherîne û tekoşîna xwe ya azadiyê dewam bike. Kîjan pergala ku were şûna vê pergalê heke mejî û hişmendiya wan ji çareserkirina pirsa kurdan re tune be dê ew jî bi riya vê pergalê de biçin.

Ronahî û tarîtiya sibeha 15’ê gulanê di destê hilbijêran de ye. Dê hilbijêr bi destên xwe nûnerên xwe hilbijêrin. Xwedîderketina li dengê xwe, xwedîderketina li maf û siberoja zarokên vî welatî ye. An dê vê pêvajoya tarî ber bi tuneleke tarîtir bibin an jî dê hêviya xweşî û gavên ber bi azadiyê de geştir bibe.

Tevî metirsiya ku dê ev desthilat ji bo berdewamiya xwe serî li gelek dek û dolaban jî bide, dîsa biryar a hilbijêran e û mohra hilbijartinê di destê wan de ye.  Her dengek ji Partiya Çepên Kesk re tê wateya ku dê dengê gelê kurd û azadîxwazan li meclisê bilintir bibe û ji bo siberoja vî welatî mizgîniya azadiyê nêztir bibe. Bi biryardarî û bi kelecana serkeftinê keleha rantxurî û diziyê, pergala qeyûm û rewşên awarte ji holê rake.