3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bimre faşizm

Albert Einstein ê rehmetî dibêje; ehmeqî ew tişt e ku heman tiştî dubare û pirbare bikî û li hêviya encamên cuda bî. Sermesel; 25’ê insanê li Amedê û li dehan bajarên din desthilata faşîst dîsa bi çova daraza xwe, bi polîsên xwe bi dehan hevalên me yên rojnameger, parêzer, hunermend, nûnerên saziyên civakî, siyasetmedar binçav kir. Helbet ev cara yekê nîn e. Piştî her êrîşî gelê kurd hêza xwe xurt kiriye. Erê rast e êşiya ye lê êşa xwe kiriye zemîna xurtkirina têkoşînê. Wisa jî heta roja îro hatiye. Ji ber wê jî ev êrîşeke wisa surprîz nebû.

Şefê rejîma faşîst Erdogan, ji bo êrîşî Rojava bike, êrîşî Şengalê bike, êrîşî gerîla bike gef li ser gefê dixwarin. Li van herêman jixwe rojane êrîş jî hene. Lê tevî vê hêza bersivdanê jî li van qadan heye. Ango hêza ku Erdogan êrîşê wê dike, ne dest vala ye. Heta dikare êrîşan bişkîne û êrîşkaran tarûmar bike. Ji nîsana 2022’yan ve ye li qadên gerîla êrîşeke ji şerê Ûkraynayê mezintir diqewime. Çekên qedexe û kîmyewî jî di nav de hemû cure çek bi kar anîn lê encam li ber çavan e. Li rojavayê Kurdistanê jî hêzên HSD’ê hêzên YPG û YPJ’ê gel bi xwe bi yek helwestî disekine. Ew jî li benda keysekê ne ku herêmên hatine dagirkirin jî rizgar bikin. Erdogan ji ber vê ji dûr ve bi tenê dikare diranên xwe biqirçîne.

Partiya Çepên Kesk derfet e

Lê em di pêvajoya hilbijartinekê de ne ku wê di encama wê de rengê sedsala duyemîn a Tirkiyeyê diyar bibe. Sedsala bihurî çi êş û azar bi gelan û bi taybetî jî bi gelê kurd da kişandin û hîn jî dide kişandin tê zanîn, tê dîtin. Ji bo sedsala nû kurd jî bigihîjin heqê xwe derfetek çêbûye. Navê vê derfetê Partiya Çepên Kesk e. Erdogan û peyayên rejîma sedsala bihurî ya zalim vê rastiyê dibînin. Ji ber wê jî wan jî weke kesyseke dawî xwest me, gelê me biêşînin. Bi hezaran polis, tevî çek û zerîpoşên xwe bi ser kesên ku di destê wan de tenê stran, pênûs, kamera heyî ve şandin.

Lê dîsa hesabê şaş kirin, wan nedizanî dayikên me gişt dayika Aqlîme ne ku di nava çembera hovan de wê qîr bike û bibêje, serhildan, serhildan, serhildan. Wan nedizanî ku hevalên me hemû Abdurrahman Gok in ku got; bimre faşîzm her bijî Çapemeniya Azad. Wan nedizanî hunermendên me hemû Dewrîm Demir in ku bi strana Tu kî yî hat pêşwazîkirin. Stranên me, pênûs û kamerayên me ji artêşa wan giş xurtir in.

Îro li bakurê Kurdistanê Erdogan yek ferdekî kurd nikere bibîne ku bitirsîne. Ew bixwe qutifiye. Weke wî celadê ku li xwe heyîrî bû û digot; Ev çi meselekî zor e. Ez çiqas dikujim ew zêde dibin lê ez her kêm dibin, her ku dikujim. Erdogan melizî ye. Kurd bûne girêkek di gewriya wî de nayên qurtandin. Li Zindana Amedê Kemalê Laz, Kemal Pîr ji Esadê celat Esat Oktay re gotibû, masiyê mezin dasiyê xwe jî mezin in, di qirka mirov de dimînin.

14’ê Gulanê ji bo ku dawî li vê pergala ceberûd were anîn derfeteke mezin e. Dengek dikare dîktatorekî têk bibe. Dengek dikare deriyên zindanan veke. Dengek dikare biharê bîne. Dengek dikare dara me ya jiyanê mezintir bike. Dengek dikare derî li sedsaleke nû veke. Dengê te muhîm e. Dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk ku bila bimre faşîzm her bijî jiyana azad û adil.