3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojava ji perwedeya sala nû re amade ye

Desteya Perwerdeyê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi xebatên dabûn destpêkirin ji serdema nû re amade ye

Başûr û Rojhilatê Sûriyeyê xwe ji serdema nû ya perwerdeyê re amade dike. Serdema nû di 10’ê îlonê de li 4 hezar 130 dibistanan bi beşdariya 863 hezar û 388 xwendekaran îsal dê 43 hezar û 99 mamosteyan dest bi perwerdeyê bike. Ji niha de di nava xwendekaran de kelecana perwerdeyê dest pê kiriye û amadehiya dibistanê dikin. Desteya Perwerdeyê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi xebatên dabûn destpêkirin ji serdema nû re amade ye. Hevseroka Desteya Perwerdeyê Semîra Hec Elî der barê amadekariyê sala nû ya perwerdeyê de ji rojnameye re axivî.

Semîra Hec Elî diyar kir ku di serdema borî de weke Desteya Perwerdehiyê bi komîte û desteyên perwerdeyê yên hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re civiyan û di encamê de jî di 28’ê tebaxê de dawî li serdema perwedehiyê anîbûn. Semîra Hec Elî anî ziman ku di vê pêvajoya betlanê de wekî desteya perwerdeyê li ser kêmasiyên ku derketibûn holê xebat meşandin û di encama van xebatan de encamnameyek amade kirin û wiha got: “Di dawiya vê civînê de me encamnameyek amade kir. Di çarçoveya encamnameyê de mamoste li hemû herêman tên bicihkirin. Kêmaniya mamosteyan hin herêm bidawî bûne û hin herêm hîna di dorê de ne. Amadekariya ji bo sala nû ya li ber dawiyê ye. Di havînê de li gorî biranşên mamosteyan me 4 dersên mîna felsefeya perwerdeyê, sîstema nirxandinê, Rêziknameya Desteyên Perwerdeyê û Perwerdenasî perwerde da mamosteyan.”

Cudahiyên sala nû

Semîra behsa ferq û cudahiya vê salê ji salên din kir û wiha pêde çû: “Çawa di sala borî de hin guhertin hebûn îsal jî hin guhertin pêk hatin. Wekî mînak mufredatên Rêveberiya Xweser li hin deverên din ên rizgarkirî yên wekî Reqa û Tebqa hatin daxistin. Li Reqa ji refa 1’ê heta refa 9’an û li Tebqayê jî ji refa 1’ê heta refa 6’an me mufredatên Rêveberiya Xweser şandin dibistanan.”

Semîra der heqê guhertinên îsal de jî ev tişt anî ziman:  “Îsal jî wê berdewamiya yekbûyîna mufretan li ser asta hemû deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê be.  Her wiha dê li Dêrazorê jî ji refa 1’ê heta refa 6’an mufredatên Rêveberiya Xweser werin dayîn. Em ê kar û xebatên xwe li gorî encamnameya civîna salane bikin. Wekî peydakirina alavên dersdayînê yên nûjen û pêşxistinê dibistanên meslekî. Yek ji mijareke din a girîng jî ew bû hewcedariya bi danîna zagonekê ji bo perwerdeyê bû. Karkirin ji bo pêşxistina karên îdarî di riya perwerdekirina di nava akademiyên fikrî û meslekî de ye. Sîstema nirxandinê di hundirê dibistanan de bêtir were çalakirin. Peydakirina hin rê û rêbazên nûjen ên dersdayînê  de jî di civînê de biryar girt ku roja şemiyê jî bibe roja perwerdekirina mamosteyan.”

Zehmetî û astengî

Di mijara zehmetiyên li pêşberî perwerdeyê de jî Semîra wiha axivî:  “Bêguman dorpêçkirin û zehmetiyên ku tên pêşberî Rêveberiya Xweser bi rengekî rasterast bandora xwe ne tenê li ser perwerdeyê, li ser hemû aliyan dike. Bi taybetî jî êrîşên dewleta tirk ên li dijî herêmê û şaneyên veşarî yên çeteyên DAIŞ’ê bandoreke neyênî dikin. Wekî din jî erdheja ku par çêbû jî bandoreke xirab kir. Ev pirsgirêk çawa ku bandorê li ser qada giştî ya jiyana gelê me dike bêguman bandorê li ser perwerdeyê jî dike.”

Mamosteyên branşê kêm in

Semîra der barê kêmbûna mamosteyên hin branşan de jî ev agahî dan: “Em di aliyê peydakirina mamosteyên branşên zanistî wekî fîzîk, kîmya, biyolojî û bîrkarî yên kurdî de zehmetiyê dijîn. Bêguman wekî Desteya Perwerdeyê em dixwazin ji bo zarokên xwe jîngehekî di cih de peyda bikin. Lê heta niha ew derfetên me yên têrker tune ne ku em karibin wan dibistanên jîngehî ava bikin. Xwendekarên bi zimanê dayikê jî êdî beşdarî zanîngeh û peymangehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Erkdarkirina van kesan hem di peymangehan de hem di zanîngehan de wekî biryarekê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye girtin ku herî pêşî ew kes werin erkdarkirin.”