3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdistanî li Fransa û Hollandayê ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Kurdistanî û dostên kurdan li Fransa û Holandayê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşiyan û azadî xwestin

Bi hezaran Kurdistaniyên li başûrê Fransayê û Hollandayê û dostên gelê kurd li hev civiyan û bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” meşiyan.

Meclisa Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) meşa ji bo azadiya fiziki ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li dar xist. komên Antîfa, tevgera anarşît a Fransayê û komên Solîdarîte beşdar bûn. Meş li Place Jean Mace destpê kir. Meşê nêzî saetek dewam kir. Girseyê di meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Faşîst Erdogan”, “Qatîl Erdogan”, “Ji Serok Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.

Meş li qada Place Bellecour Lyonê veguherî mîtîngê. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, bi axaftina Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut berdewam kir. Zubeyde Zumrut wiha got: “Hemû cîhanê û me fêm kir ku bêyî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne pêkan e ku aştî were Rojhilata Navîn û cîhanê.”

Li ser navê Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) Raphael Debut axivî û diyar kir ku ew têkoşîna gelê kurd bi sempatiyeke mezin dişopînin û piştgirî didin daxwazên wan.

Li ser navê CDKF’ê Berîvan Rozerîn axivî û anî ziman ku divê her kurd di mijara azadiya Abdullah Ocalan de bi hesas nêz bibe.

Piştî axaftinan hunermendên TEV-ÇAND’ê Farqîn Azad, Lavîn Perînçek û Seyda Perîncek derketin ser dikê. Mitîng bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Holanda

Bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî, li paytexta Hollanda Amsterdamê jî bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan meş hat organîzekirin.

Meşa ku di pêşengiya Federasyona Komeleyên Kurd a Hollandayê (DEM-NED) de li Westerparkê destpê kir û bi sedan kes tev li bûn û meş li Muntpleînê bi dawî bû.

Di meşê de hewldanên faşîstên tirk ên ku dixwestin provokasyonê çêkin, ji aliyê girseyê ve hatin astengkirin.

Girseyê tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kir, bi belavkirina danezanan destnîşan kirin ku ew ê heta azadiya Ocalan û gelê kurd dest ji têkoşînê bernedin.