17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeyûma Cizîrê Mala Dengbêjan dewr kir

Qeyûma Şaredariya Cizîrê Nazli Demîr bi şert Mala Dengbêjan a dîrokî dewrî Midûriyeta Perwerdehiyê ya Navçeyê kir

Şaredariya Cizîrê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di çarçoveya xebatên çandê de, di 21’ê Sibata 2015’an de ji bo ku ji Dengbêjên Botanê re qadekê veqetîne di çarçoveya xebatên çandê de Koşka Mehmet Aga ya li Taxa Dagkapiyê veguherandibû Mala Dengbêjan.

Li gorî nûçeya nûçegihana ajansa Mezopotamyayê Zeynep Durgut, mala dîrokî ya dengbêjan  ku di nav bajêr de ye, ji aliyê qeyûmê wê serdemê Davut Sînanoglû ve hatibû îstîmlakirin û valakirin. Di dema şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de dengbêjên ku dihatin cem hev û ji bo pêşxistina çanda dengbêjiyê bername li dar dixistin û dengbêjên nû perwerde dikirin. Lê belê li gel tayinkirina qeyûman ev rewş guherî.

Mala Dengbêjan a ji aliyê qeyûm Nazli Demîr ve ji Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeyê re hate veqetandin dê ji aliyê Lîseya Hunerê ve bê bikaranîn. Qeyûm Demîr ku di 7’ê tebaxê de di civîna bi Meclisa Şaredariyê re kirî bi şertê ku qada Dibistana Seretayî ya Fatîhê radestî şaredariyê bê kirin, xaniyê dîrokî tahsîs kir. Di biryara Meclisa Şaredariyê de hat îdiakirin ku sedema veqetandina şaredariyê ew e ku nirxên hunerî di civateke guncav de pêk bê.

Ji bo civakeke ‘gunvcavtir’ pêda bikin

Di civîna Meclisa Şaredariyê de weke hinceta ev tişt hate gotin: “Mala ku li Taxa Dagkapiya navçeya me ye û weke Mala Dengbejan (Qesra Mehmet Aga) dixebite ku aîdî şaredariya me ye, ji bo ku muzîk, huner û nirxên dîrokî yên herêmî zindî bihêle û di civateke guncawtir biafirîne ji bo bikaranîna Lîseya Huneran ji Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeyê re hate veqetandin.”

Bi şert hate dayîn

Di cîvînê de ev biryare  hate dayîn: “Mala Dengbejan (Qesra Mehmet Aga) ya ku şaredariya me ye bi şertê ku qada ku Dibistana Seretayî ya Fatîh a ji şaredariya me re were veguheztin ji Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeyê re pêşkêşî Lîseya Hunerên Bedew a li navçeya me bê kirin û ev biryar bi dengekê pirjimarî hate qebûlkirin.”