spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Konferansa jinûvejînkirinê tê li darxistin

Endam û rêveberên jin ên Partiya Çepên Kesk û nûnerên rêxistinên civakî dê di 8-9’ê îlonê de li Enqereyê konferansa mezin a jinan li dar bixin

Partiya Çepên Kesk ku piştî hilbijartinên 14 û 28’ê Gulanê dest bi pêvajoya rexne û rexnadayinê kir. Di çarçoveya rexne û rexnedayînê de jinan di navbera 20 û 30’ê tebaxê de li hemû navend û navçeyan civîn li dar xisin. Delegeyên ku beşdarî konferansa jinan a navendî bibin jî di van civînên de hatin hilbijartin. Civîn û komxebatên ku di çarçoveya pêvajoya jinûve avakirinê de pêk anî,  pêwîstî bi kongre û xurtkirina xebatan dîtin. Piştre dest bi pêvajoya konferansê kirin. Di civînê de li ser niqaşên hatin kirin, nîşe hatin girtin. Li ser vê yekê dê di 8-9’ê îlonê de li Enqereyê konferansa mezin a jinan a Partiya Çepên Kesk bê lidarbixin.

Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Emîne Înan der barê konferansê de agahî da rojnameya me. Înan diyar kir ku di hilbijartinê de jin weke pêşeng peywira xwe çiqas bi cih anî çiqas bi cih neanî hatiye nirxandin û wiha got: “Me civînê xwe ji navenda Enqereyê dest pê kir û li çar aliyê Kurdistan û Tirkiyeyê pêk anî. Li ser nebesî û kêmasiyan rexne û rexnedayîn hat dayîn. Wekî tê dîtin li ser jinan êrîşên hovane tên kirin. Di meclîsê jinan de jî me çiqas karibû bersiv bida van êrîşan hat nirxandin. Di konferansê de em ê wekî rêxistina jinan wê di aliyê civakbuyîna me de xebatê me çêbibin. Em ê ji nebesî û kêmasiyên xwe encam bigirin. Di dawiyê de em ê delegeyên xwe hilbijêrin. Wê Meclîsa Jinan a HDP’ê, meclîsa jinan a Partiya Çepên Kesk, Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka HDP’ê, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk, pêkhateyên jinên HDP û HDK’ê dê tevlî konferansê bibin. Ji bo pêvajoyê re bibin bersiv pêdivî bi civînên rexne, rexnedayînê û konferanseke bi vî rengî heye. Ji aliyê hişmendiyê de dibvê nîqaş werin kirin. Li dijî faşîzmê xwe birêxistinkirin were nîqaşkirin.”

Xwejinûvejînkirin

Înan da zanîn ku konferansa jinan a mezin li ser xwejinûvejînkirinê were li darxistin û ev tişt got: “Paradîgmaya parastina demokratîk a ekolojiyê û azadiyê ya jinan a partiyê bi peşengiya jinan were jiyîn. Dema rêxistinbûyîna jinan qels be êrîşên li ser wan bêtir dibin. Li ser kesayeta jinan êrîş li ser xweza û civakê tê kirin. Ji bo em bibin bersiv divê bihêztir bibin. Faşîzm ji ber vê êrîşî jinan dike ku jin bihêz nebe. Wê jin pêşengiya vê tekoşînê bikin û serî netewînin.”

Li gorî polîtîkayan dê têbikoşin

Înan di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku têkoşîna wan domdirêj û dîrokî ye û wiha domand: “Em ê di konferansê de li herêmê polîtîkayên çi tên kirin tespît bikin û li gorî wê xebat û plansaziyeke ku têkoşîneke çawa bidin meşandin ava bikin. Mînak li Botanê şerê taybet tê meşandin. Em bêjin li Êlihê jin xwe dikujin. Bi unîformayan jin tên kuştin, tecawizî wan tê kirin. Wisa li gorî herêma xebatê jinan polîtîkayên çawa dixwazin li gorî wê tevbigerin. Em ê kar û xebatên xwe li gorî wan polîtîkayan bimeşînin. Me têkoşîna xwe ji çanda hevalên jin ji Sara, Sevê girtiye. Em ê rihê wê demê bidin jiyîn. Em û jinên çepên tirk dê bi awayekî kolektîfî bi hev re bixebitin. Divê ji aliyê hişmediyê de guherîn çêbibe. Mînak li Kurdistanê qetlîamek çêbibe wê bersiva çepên tirk çi be, ew xwe di li ku dera vê dibînin.”

‘Em ê li tax û kolanan bin’

Înan bi lêv kir ku kesên ji civakbûyînê dûr bikeve wê winda bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ji cewhera xwe dûrketin ji ber wê em ketin kemasiyê. Tenê bi daxuyanî û saziyan têkoşîn nabe. Divê em li cewherê xwe vegerin. Ji bo dîtina heqîqetê em ê biçin cihê ku me lê windakiriye, lê bigerin. Me ji dûrketina civakbûyînê winda kir, civakbûyîn li tax û kolanan e. Dema jinek ji partiyê re bibeje hûn li ku ne. Me bêriya we kiriye jî divê vê yekê wekî rexne bigirin ser xwe û li gor wî tevgerin. Dema em li tax û kolanan bûn pergal nikaribû fûhûş û tiryakê bixista tax û kolanan. Çand û ziman asîmîle nedibû. Her diçe pergal xwe di nav me de bi cih dike. Em ê peşî li vî bigirin. Em ê li tax û kolanan bin.”