6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojava senteza hemû şoreşan e

Şoreşên di dîroka mirovahiyê de pêk hatine bi keda çîna karker-gundî, jin û hejaran bi ser ketine. Wan civakên jêr destên pergala serwer bi pêkanîna şoreşê qedera xwe tayîn kirine.  Mînakên van şoreşên pêkhatî, nayên hed û hesabê. Rastiyek wê jî heye ku, ev şoreşên di dîroka civakan de pêk hatine, mohra xwe li pêşketinên hizrî, felsefîk û teoriya şêwaza têkoşîna gelan dane.

Heyîna van şoreşan ligel pêşketinên dîrokê, tevî pêşketin, veguhertinên gel, netewe ji bo têkoşîna azadiyê malovanî û rêbertî kirine. Civakên bindest, bi bandora van şoreşên gewre, têkoşîna serxwebûn û azadiya welatên xwe dane.

Lê nexweşiyeke wan şoreşan hebû ku bi wan dida wendakirin û taliya taliyê jî bû sedema rizîbûna bingehîn. Ji ber vê nexweşiyê, temenê şoreşên pêkhatî dirêj najot. Ji xeletî, kêmasiyên wan yek jê; neketina zanebûna hêza jinan a ramyarî û hebûna wan a nava şoreşê bû; herwiha ne çareserkirina pirsgireka jinan a azadiyê bû. Bi boneya ne çareserkirina pirsgirêka jinan a azadiyê di civakan de guhertinên zihnî yên bingehîn pêşneketin. Şoreş nebû navenda hêza çareseriyê ya azadiya jinan. Ji hişmendiya şoreşa jinan dûrketin çêbû. Fikra mêran, xwe xiste navenda hemû tiştan. Ji lewma stûnên şoreşên ku di dîrokê de pêk hatin, zû rizîn. Û mixabin ji ber ku nekarîbûn xwe ji rizîbûna zihniyeta serweriya mêran rizgar bikin, ji hev tert û bela bûn!

Îca em berê xwe bidin şoreşa biçûk a xwedî bandor-ruhek mezin a li cihanê deng vedayî ya rojavayê Kurdistanê: Şoreşa Rojava cihanek mezin, ruhek sipehî/xweşik, lê ji gerdûnek  kiçkole pêk tê. Cih û warê ku hêviyên azadiyê, xwe gihandina kamilbûna evîna Mem û Zînê, bextewariya ji serketina têkoşînê û heqîqeta zanista şanaziyê. Ew cihê ku jin, li wir azad dibe ye.

Şoreşa Rojava, bûye yek ji meskena mezinkirina xewn-xeyalên jinên têkoşîna azadiyê. Bûye ew devera ku jin lê bicoş, biken, bextewar, biewle û zarok lê şa dijîn. Ew welatê ku jinan hemû hêza xwe, gotin, berhem, xeyal, çand-reng, biryar û baweriyên xwe lê neqişandî ye.

Li rojavayê Kurdistanê, tîpolojiyek nû ya ciwan-zarokan a jenerasyona sedsala 21’emîn ku bi ruhê şoreşe mezin dibin her ku diçe bi pêş dikeve. Ev ciwanên şoreşê, ji gotin û piratîka xwe bawer têdikoşin. Tevgera ciwanan xwe spartiye hêza xwe ya cewherî. Ji qisekirina wan wêrekî dibare. Beşdarbûna ciwanan a xebatên şoreşê, hêviyên azadiyê mezin dike. Nirxên Şoreşa Rojava, di ruhê ciwantiyê de hebûna xwe ava dike. Her wiha erka berbelavbûna asta şoreşê, xwe di pêşengiya jinan de, temsîl dike.

Şoreşa Rojava ji hemû şoreşgerên cihanê re, bûye hêlîna hêviya ji azadiyê re. Cewhera xwe ji ruhê bindest, jin, xizan-kedkar û karkeran digire. Ji berîkirina TIYA azadiyê hildigre! Ji şoreşgerên qedîm ên çiyayên Kurdistanê digire. Ji senteza tevahî şoreşên dîroka mirovahiyê werdigire! Ji bo wê ye îro, şoreşgerên ji neteweyên cur bi cur ên cihanê berê xwe didin vê hêlîna hêviyên azadiyê.

Di dinyayê de devera ku herî zêde jin, xwe lê bi ewle hîs dikin xaka rojavayê Kurdistanê ye. Jinan, xwe li hemû sazî û rêxistinên şoreşê de bi cih kiriye. Ji gotin û biryarên jinan re nirx û qîmet tê dayîn; keda jinan rastî hurmetê tê. Mafê jinan ê siyasî, hiqûqî, dîplomasî, cemawerî û hwd. bi peymana civakî ya rêveberiya şoreşê tên parastin. Bêguman jinan di vê riyê de ji bo bi destxistina mafên xwe gelek têkoşiyan. Bi saya berdêlên di oxira têkoşîna ji bo azadiyê hatine dayîn de ev maf bi destxistine.

Îro jî, bi azweriyek mezin şerê parastina van destkeftiyan tê kirin. Ew jinên ku bûne fedayiyên xaka welatê xwe, şoreş li ser keda wan cangoriyan bi pêş ve diçe. Ji ber ku bargiraniya şoreşa mirovahiyê, li ser mile van çeleng û pêlewanan bi ser ket; hestên berxwedanê yên welatparêziya civakê, bi çemê xwîna lehengiya wan coşiya.

Jinan, bi avabûna Şoreşa Rojava re, hebûna xwe nas kir, civaka xwe bi rêxistinkir, ketin ferqa hêza xwe ya têkoşînê. Ji xwe hîsa serfiraziyê jî ev e. Rojava, ew cihe ku gotina jinan xwedî qîmet e; ji erdîngeriyên herî xweş a biewle ye. Jin, di rêvaçûna pêşketina şoreşê de, bi erka xwe ya welatperweriyê rabûn. Çareserkirina pirsgirekên şoreşê, ji bo xwe karê bingehîn dîtin.

Divê hêzên parastina şoreşê, saziyên ku bi xizmeta xebatên cemaweriyê radibin, rêxistinên jin-ciwanan bi hêza xwe ya cewherî, li hemberî gef û êrîşên hêzên mêtinger, bi pêşxistina şerê gel ê şoreşgerî ligel hemû planên qirkirinê, parêzbendiya destkeftiyên şoreşa mirovahiyê bikin. Ji lewma şoreş, parastina nirxan e.

Piştî 19’ê Tîrmeha 2012’an û şûnde li ser vê axa rû genimî ya deşt, gund û şûnwarên kal û dapîrên kurdan ê Mîtannî, tovê şoreşa azadiyê şîn hatin. Paradigmaya Rojava senteza hemû şoreşan e. Li welatê me şahî, seyran, demsal her bihar e êdî.