spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Israîl û Îranê gef li hev xwarin

Piştî daxuyaniyên rayedarên Israîlê û gefên wan ên li dijî Îranê, Wezîrê berê yê Karên Derve yê Îranê Kemal Karazî bersiva gefên Israîlê da. Karzayî da xuyakirin ku di pratîkê hêza Îranê heye ku bombeya nukleerî çêbike. Kazayî bal kişand ser hewldanên Îranê ên dawî û got ku di demeke kurt de Îranê dikaribû rêjeya pêşxistina yûranyûmê ji sedî 20 derxistiye ji sedî 60’î û ew dikarin di demeke kurt de bi hêsanî vê rêjeyê derxînin ji sedî 90’î.

Hêjayî gotinê ye ku ew daxuyanî û gefên aliyan piştî serdana serokê Amerîkayê Joe Biden a Rojhilata Navîn pêk hatin. Biden bi hikûmeta Israîlê re hin peymanên nû imzekirin û peyamên ku ew dê tucaran rê nedin Îranê ku bibe xwedî çekên nukleerî aşkera kirin.

Di vê çarçoveyê de serfermandarê Artêşa Israîlê  Aviv Kochavi doh daxuyaniyek dabû çapemeniyê û anîbû ziman ku ew eniya hundirîn ji bo tevgereke leşkerî li dijî Îranê amade dikin. Kochavi di daxuyaniyê de wiha gotiye: “Artêşa me li dijî gefa nukleerî ya Îranê xwe ji bo êrîşeke leşkerî li dijî wî welatî amade dike.”

Ji aliyê siyasî ve jî diyaloga ji bo bernameya nukleerî  ya Îranê ku di nîsana 2021’ê de li Viyanayê dest pê kiribû û di vê dema dawî de hate rawestandin jî rêya dilogê hinekî xetimandibû. Sedemê rawestandina vê diyalogê li gorî daxuyaniyên rayedarên Amerîkayê  ji ber şertên Îranê ên wekî, rakirina navê (Parêzvanên Şoreşa Îranê) ji lîsteya terorê û hin şertên din ên hikûmeta Îranê bûn.