6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi pankartekê bal kişand ser rewşa rojnamegerên girtî

Tûrnûvaya fûtbolê ya Kemal Kûrkût ku ji bo bîranîna ciwanê kurd Kemal Kûrkût ê di sala 2017’an de li Newroza Amedê ji aliyê polisan ve hatibû kuştibû bi şîara “Tu jî golek bavêje tîryakê” tê lidarxistin, didome. Tûrnûvaya ku ji aliyê Meclisa Ciwanan a HDP’ê û Koordînasyona Jinên Ciwan ve tê lidarxistin 12 jê jin bi giştî ji 152 tîman pêk tê. Maça yekemîn a beşa tûrnûvayê ya Stenbolê duh êvarê li navçeya Eyupsûltanê di navbera tîmên jinan ên kedkarên çapameniyê û aktîvistên Tevgera Jinên Azad (TJA) de hat leyîstin.

Di maçê de jinên kedkarên çapameniyê bi pankartekê bal kişand ser girtina 16 rojnamegerên kurd. Jinan, di maçê de pankarta ku wêneyên 16 rojnamegeran û nivîsa “Çapameniya azad nayê bêdengkirin” li ser vekirin. Her wiha dema ku rojnameger derketin stadê jî bi dûrişmeya “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” bal kişand ser rewşa rojnamegerên girtin.

Temaşevanên maçê jî piştgirî dan lîstikvanên jin û dûrişm berz kirin.

Di dawiya m açê de Tîma Çapemeniya Jinên Azad bi ser ket û derket tûreke bilindtir.