spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kesek xwest bi çekê bikeve doza Denîz Poyraz

Kesek di destê wî de çek hebû xwest bikeve Edliyeya Îzmîrê ya ku danişîna Doza Denîz Poyraz lê tê lidarxistin.

Çaremîn danişîna doza Denîz Poyraz a kujerê wê Onûr Gencer jê tê darizandin, li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê tê lidarxistin, dest pê kir. Dema ku danişînê dest pê kir kesekî ku di destê wî de çek hebû xwest bikeve edliyeyê û ev tişt got: “Ez ê we gule li hemûyan bireşînim.”

Polîsan mudaxale nekir

Li gorî nûçeya ku Ajansa Mezopotamyayê derbas kiriye, polîsan mudalxeyî êrişkar nekiriye û kesên ku tev li danişînê bûne bertek nîşanî vê helwesta polîsan a li dijî êrişkar dan.

Derdê êrişkar!

Li ser berteka hat nîşandan polîsan piştî demekê êrişkar binçav kir. Di dîmenên ku hatin belevakirin de hat dîtin ku êrişkar ev gef dixwin: “Ez nijadperest im. Jixwe em ne eynî ne. Polîs û leşker canê me ne. Min nekişînin. Derdê min çî ye derdê we çî ye.”