4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Ingilîstanê pêşbirka serokwezîrtiyê

Piştî istîfakirina serokwezîrê Ingilistanê Boris Jonhson heta niha 5 kesayet li ser postê saerokwezîrtiya Ingilistanê di nava pêşbirkê de ne . Li gorî hin anketan di nava wan namzetan de Rishî Sunak û Liz Truss 2 namzetên xwedî şensê herî mezin in. Heta niha bi zelalî xuya nake ku dê kî cihê Boris Johnson bigire ew jî dide xuyakirin ku di nava partiya muhafekaran de hin nakokî hene. Wezîrê Maliyê yê berê Rishî Sunak cihekî wî yê girîng di nava endamên parlamentoyê yên muhafezekar de heye.

Hejmara parlamenterên partiya Muhafezekar 359 kesin, ew parlamenter dê di nava xwe de hin hilbijartinan pêk bînin heta ku hejmara namzetan dakeve 2 namzetan.

Wezîra Karên Derve Liz Truss herî zêde li ser mijara aboriyê radiwseste û dibêje ku heke niha ew zêdebûna baceyan rakin dê ew yek pêşketina aborî  bifetisîne. Her wiha Wezîra Bazirganiyê Penny Mordaunt ku di nava namzetan de di rêza sêyemîn de cihê xwe digire ji rojnameya Sunday Telegraf re der barê rewşa aborî de wiha gotiye: “Xelk li hêviya hin çareseriyên lezgîn in da ku pêşiya buhabûna debar û xwe xwedîkirinê were girtin.”

Li gorî anketeke rojnameya Sunday Telegraf derdora nîvê endamên Muhafezaran dê dengê xwe bidin Rishî Sunak.  Li gorî encamên rapirsîna ku bi 200 hezar endamên partiya Muhafezar re hatiye çêkirin hîna rêya pêşbaziya di navbera endaman vekiriye.