3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojava stûna mirovahiyê ye

Zana Welat

Rojavayê Kurdistanê ev 10 sal in bi êrîşên serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan û malbata Barzanî rû bi rû ye. Li aliyekî Erdogan her gava ku diaxive gefa jiholêrakirina Rojava li gel dixwe. Malbata Barzanî jî her tim Rojava hedef nîşan dide û ji neyarên kurdan bêhtir neyariya Rojava dike. Ji bo mirov planên Erdogan yên li ser tunekirina kurdan xistiye meriyetê baş fêm bike û neyariya malbata Barzanî ya li dijî kurdan ji nêz ve nas bike hewceye mirov bi her alî ve wan binirxîne.

Em pêşî bi malbata neyarê gelê kurd malbata Barzanî destpê bikin. Malbata Barzanî bi taybetî bi rizgarkirina başûrê Kurdistanê re neyariya wê ya li dijî gelê kurd deşîfre bû. Ev malbat ev 30 sal in ji neyariya kurdan wêdetir ji bo kurdan tu tiştekÎ din nekiriye. Wexta ku em li axaftina wan û emelê wan dinêrin dibînin ku her tim li pêşiya statuya kudan bûne asteng. Berê xwe bidin Başûr. Ji ber nêzîkatiya vê malbatê Başûr bûye 2 parçe. Heke ji bo kurdan tiştek kiribina ma wê kurd di vî halî de bana? Herî kêm divê yekitiya kurdan ava kiriba. Dest ji avakirina yekitiya kurdan berdin wan yekitiya xwe bi dagirkerên Kurdistanê re avakirin û ketine bin xizmeta wan. Mînaka wê ya li ber çavan hatina wan a Enqereyê ye. Her ku ji vê malbatê kesek tê ber lingê Erdogan li Kurdistanê kurdek tê qetilkirin.

Êrîşên li ser Rojava

Di hefteya derbasbûyî de balafira bêmirov û biçek a dewleta tirk li ser riya Tirbêspiyê-Qamişloyê wesayîtek bombebaran kir. Di encama êrîşê de Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, Cîgira wê Leyman Şiwêş û ajokarê wesayîtê Firat Tûma şehîd bûn. Her wiha Hevserokê Kantonê Gabî Şemûn jî birîndar bû. Erdogan di nava 3 salên dawî de 181 caran bi SİHA’yan êrîşî Rojava kiriye û hîn jî dike. Di van êrîşan de 112 pêşengên şoreşê jiyana xwe ji dest da, 72 jî birîndar bûn. Balkêş e ku dema ku ev komkujî pêk hat serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Mesrûr Barzanî hatibû ber lingê Erdogan. Kî çi dibêje bila bibêje tiliya vê malbatê bi vê komkujiyê re heye. Dema ku kurd bi dertên Erdogan tên qetilkirin deng ji vê malbatê dernakeve lê dema leşkerên tirk tên kuştin sersaxiyê ji dewleta tirk re dixwazin. Ev bi tena serê xwe rastiya wan radixe ber çavan.

Hîn me ji bîr nekiriye ew gotinên Mesûd Barzanî a ku digot; “Em Şoreşa Rojava nas nakin”. Wexta ku li ser sînorên Başûr û Rojava xendek dikolan hîn di hişên me de zindî ye. Wexta ku maskeyên çekên kîmyayî yên gerîla desteser kirin û ev yek wekî serkeftinekê di çapemeniya xwe de nîşan dida nehatiye jibîrkirin. Wê demê çend gerîlayan bi çekên kîmyayî jiyana xwe ji dest da. Ligel vê neyariyê, hatine wan a li ber lingê gerîla jî me ji bîr nekiriye. Wê demê gerîla ne tenê gelên Kurdistanê, mirovahî rizgar kir.

Bahoza şoreşa jinan

Ji ber vê yekê Erdogan her tim gefa jiholêrakirinê li Rojava dixwe û her tim neyariya kurdan dike. Êrîşên namerdî yên ku reveberên gel û sivîlan armanc dike ne ji ber hezbûna Erdogan e. Berevajî vê yekê ji ber tirsa ji jinan tê. Jı ber vê yekê her tim jinên pêşeng hedef digire û şehîd dixe. Ew jî baş zane ku geşedanên li Rojava ne tenê li her sê parçeyên Kurdistanê dike, li seranserê Rojhilata Navîn dike. Rojava bi vê pêşengiya xwe bûye stûna azadiya gelan. Bûye stûna Kurdistanê û hemû cîhanê. Ji ber vê yekê parastina Rojava parastina mirovahiyê ye.

Dawiya çeteyan anîn

Rojava bi şoreşa jinê hem dawî li çeteyên hov anî û hem jî bûye pêşengê şoreşa gelan. Erdogan hewl dide pêşiya vê bahoza şoreşa jinan bigire û dinyayê radestî çeteyên hov ên mina DAIŞ’ê bike. Malbata Barzanî bi liv û tevgera xwe xizmetî vê qirkirinê dike.

Divê Malbata Barzanî baş zanibe ku armanca Erdogan têkbirina kurdan e. Heke ew jî xwe wekî ‘kurd’ dibîne divê nebe pêlistoka ber destê Erdogan. Werin cihê xwe li cem gelê xwe bigirin û bi hev re dawî li dagirkirina Kurdistanê bînin. Ev peywira dîrokê bare hemû kesan e û bi taybetî jî deynê bare malbata Barzanî ye.