6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sedemên aloziya di navbera Wagner û artêşa Rûsyayê de

Li Rûsyayê şerek di navbera artêşê û koma Wagner a ku berjewendiyên Rûsyayê li derve diparêze de derket. Tevî ku şer rojekê tenê dewam kir, lê girîngî û bandorên wê yên mezin hene.

Şerê ku beriya du rojan di navbera artêşa Rûsya û koma Wagner de qewimî girîng e. Sedema vê girîngiyê ew e ku Rûsyayê li Sûriye, Lîbya û Afrîkayê xwedî bandoriyeke mezin e û di navbera artêşa Rûsya û koma Wagnerê de tevkarî heye. Ji ber vê yekê dibe ku bandora vî şerî li ser siyaseta hundirîn û derve ya  Rûsyayê hebe.

Lêkolînerê kar û barên Ewropayê yê navenda Ehram Behaa Mehmûd tevgerên rêberê Wagner Yevgeny Prigojîn spart van sedeman “Amerîka bertîl da Wagner da ku bi vî karî rabe. Nakokî li ser rengê fermandariyê hebû. Damezrînerê Wagrnê berî niha daxuyanî dabû û digot, Yevgeny dixwaze cihekî leşkerî yê mezin di nava saziyên leşkerî yên Rûsyayê de qezenc bike. Lê daxwaza wî hat nehatibû qebûlkirin.”

Têkildarî bandora vî şerî li tevgera leşkerî ya Rûsya ya li Ukranyayê Mehmûd ev nirxandin kir: “Hema bêje şer sekiniye, ji ber vê yekê heta niha ev bandor ne diyar e. Di encama navbeynkariya serokê Belarusê Wagner paşde vekişiya. Ev tê wateya ku li gorî rewşa leşkerî ya heyî wê rewş li Ukranyayê berdewam bike.”

Girêdayî bandora Rûsya ya li Sûriye, Lîbya û Afrîkayê lêkolînerê navenda Ehram got: “Ev herêm ji bo Rûsyayê aktîf in û Rûsya dev ji wan bernade. Ji bo parastina hebûna leşkerî ya Rûsya ya li van herêman gelek vebijêrk hene. Sûriye meseleyek bi dawî bûye. Hebûna leşkerî ya Rûsya ya li Sûriyeyê ne li ser esasê Wagnerê ye, lê yekîneyên artêşa Rûsyayê lê hene. Mijara Afrîka û Lîbyayê girêdayî rewşa giştî ya Rûsyayê ye.”

Gelo dê Wagner ji artêşê veqete

Li ser îhtîmala ku Wagner ji artêşa Rûsyayê veqete lêkolîner Behaa Mehmûd anî ziman ku dewletên Afrîkayê wê hehbûna Wagner nepejirînin û wiha domand: “Eger Wagner ji artêşa Rûsyayê qut bibe wê girêdayî kê be? Bi nêrîna min eger parçebûnek di navbera Wagner û artêşa Rûsyayê de çêbibe hingê wê du vebijêrk li pêşiya Rûsyayê hebin; an dê Wagnerê biqewitîne an jî wê yekîneyeke alternatîf ava bike ku dilozê Pûtin be û girêdayî artêşa Rûsyayê be, an jî wê rêbazê Wagner were guhertin û serokekî nû jê re were hilbijartin.”

Bandora Li Lîbaya û Afrîkayê

Mehmûd destnîşan kir ku di her rewşê de çi li Lîbyayê be an jî Afrîka be wê hebûna leşkerî ya Rûsyayê hebe û diyar kir ku ev mijareke xurt girêdayî siberoja hebûna Rûsya ya li herêmê ye û aloziya Wagnerê dê bi awayekî mezin bandorê li hebûna Rûsya ya li van herêman neke.

Akademîsyen û lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Tariq Wehbî jî li ser sedema aloziya di navbera artêşa Rûsya û Wagnerê de ji ANHA’yê re axivî û got: “Wagner ji mûamleya Wezareta Parastin û Erkanê ya li beramberî wê ne razî bû. Hemahengî di navbera Prigogine û Shoigu de nine. Prigogine axaftinên xirab ji Shoigu re kirin bêyî ku serok Pûtin destwerdanê bike. Serokê Wagner biryar da ku têkiliyê bi fermandariya leşkerî ya Rûsyayê re qut bike û dest bi vê tevgerê bike. Serokê Wagnerê   vê tevgerê wekî mafê rasteqîn ê Wagnerê dibîne, nemaze ji ber rola leşkerên wî di eniyên li Donbassê û berxwedana wan a li bajarê Bakhmutê.”

Bandora li ser şerê Ukrayayê

Têkildarî bandora aloziya di navbera her du aliyan de li şerê li Ukranyayê Wehbî got: “Bandoreke rasterast a hêzên Wagnerê heye ku li cihên şer li pêş bûn. Dê ji Wagnerê hatiba xwestin ku vekişe û beşdarî parçebûna Prigojîn bibe. Lê dawî çareserî pêk hat. Lew re ev yek bandora li eniya Ukranyayê nake.”

Der barê bandora aloziya di navbera Pûtin û Wagnerê de li hebûna Rûsya ya li Lîbya, Afrîka û Sûriyeyê, Wehbî got: “Bandorên piştî vê serhildanê, dê bandor li sazûmaniya dezgehê reklamê yê di navbera fermadnariya Rûsya û Wanger de bike ku li derveyî Rûsyayê belav in. Lê divê were zanîn pereyên ku leşkerên Wagnerê digirin du qatan ji yên leşkerên Rûsyayê zêdetir e. Peymanên ku Rûsya bi Wagner re  îmzekiribûn dê careke din li ser maseyê werin nîqaşkirin. Ev yek jî dê bandora Rûsya ya li Sûriyê û Malî xurtir bike. Wagner di qadên şer de mîsyoneke girîng pêk tîne.”