7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Arslan di hucreyê de tê girtin

Rojnameger û Nuçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Firat Can Arslan, piştî hat girtin avêtin hucreya yek kesî

Rojnameger Firat Can Arslan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 25’ê  Tîrmehê de hat binçavkirin û girtin.  Arslan bi angaşta “Erkdarê raya giştî kirine hedef” hat girtin. Lê piştî Arslan hat girtin, rêveberiya girtîgehê bi hinceta di dosyayê de navê rêxistinê nenivîsiye Arslan avêtin hucreya yek kesî. Parêzerê Arslan, li Girtîgeha Sîncanê bi Arslan re hevdîtin kir û anî ziman ku ewil birine beşa girtiyên edlî û piştre birine Girtîgeha Hêjmar 1 a Tîpa F a Sincanê.

Di 25’ê Tîrmehê de li ser daxwaza Dozgerê Komarê yê amedê nûçegîhanê MA’yê Delal Akyuz û Firat Can Arslan, edîtora T24’ê Sibel Yukler, Edîtora Bianetê Evrim Kepenek û rojnameger Evrim Denîz hatibûn binçavkirin. Piştre ji 5 rojnamegeran Firat Can Arslan hatibû girtin.