28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Kurdistanê daristan tên şewitandin li şûnê qereqol tên avakirin

Serokwekîla Koma Partiya Çepên Kesk Meral Daniş Beştaş bal kişand ser şewatên li daristanan û li Kurdistanê li şûna darên tên birîn qereqol tên çêkirin.

Serokwekîla Koma Partiya Çepên Kesk Meral Daniş Beştaş li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û bal kişand ser geşedanên di rojevê de.

Beştaş bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê û got: “Îktîdarek ku alîgirê sermayedaran, rantê û şer e wê nikaribe efnlasyonê kêm bike. Xelkê me her roj feqîrtir dibe û bi bihakirinek nû re rûbirû dimîne. Em zemên nû qebûl nakin. Li Tirkiyeyê rêjeya welatiyên hejar ji sedî 70’ê ye. Xelk nikare xwarinê bikire û bixwe. Civak di nava krîzek neçar de ye û xelk perîşan bûye. Ji ber ku xelk nikare bi tiştên baş zikê xwe têr bike, nexweş dikevin.”

‘Rewşa teqewîdan ne baş e’

Beştaş destnîşan kir ku her diçe rewşa teqawîdan ber bi rewşek xeternak ve diçe û got ku li Tirkiyeyê ev zemên tên kirin qet ne rewa ne û wê xelk vê neheqiyê qet qebûl neke.

‘Li şûna darên tên şewitandin qereqolan çêdikin’

Beştaş diyar kir ku berxwedana li daristanên Akbelenê didome, lê birîna daran jî bênavber didome û got: “Li Tirkiyeyê di navbera 1-21’ê tîrmehê de di nava 20 rojan de 3 hezar û 160 hektar erd di 295 şewata daristanan de xesar dîtine. Ji Çanakkale, Manîsa, Balikesîr û Kutahyayê xebera şewatê hat, şewata li Antalyayê hê jî nehatiye temartin. Li Amedê di nava 6 mehên dawî de 25 şewatên daristanan derketin. Ew tedbîrên xwe nagirin, ji bo veguherandina qezencê wextê winda nakin. Ew çi dikin? Daristanan dişewitînin û dikin cihên kanên madenê û difiroşin şirketan. Li erdnîgariya Kurdistanê li şûna daristanên şewitandî û talanê qereqol tên çêkirin, li rojavayê Tirkiyeyê jî wek mînak li Akbelenê otêl tên çêkirin. Akbelen veguheriye qada madenê. Li Bodrûm û cihên din otêl tên çêkirin. Baş e li Kurdistanê kalekol, qereqol tên çêkirin, li rojavayê Tirkiyeyê jî cihên daristan didin ber rantê û talan dikin. Ev di avakirina otêlên mezin de encam dide. Dixwazin qezenca zêdetir bixin destê sermayedaran û dewlemendkirina dewlemendan dixwazin. Ji bilî vê çavê wan tiştek din nabîne.”

‘Şewata li Cûdiyê encama polîtîkayên şer e’

Beştaş bal kişand ser şewata li Çiyayê Cûdiyê û wiha got: “Çend roj in li Cûdiyê daristan dişewitin, lê şewatên daristanên li Cûdî ne tenê bi krîza avhewayê ve girêdayî ne. Pirsgirêka kurd encama van polîtîkaya ne. Li cihê wan daristanên şewitî jî înşaetên kalekol tên çêkirin û rantê ji wir dixwin. Bi rastî di herduyan de jî rastiya rantê heye, îradeya wan heye ku berdewamiya desthilatdariya xwe misoger bikin. Şer jî bû wesîleya qezenckirinê. Sermayedar ji çêkirina kalekolan pereyên mezin qezenc dikin, lê di heman demê de qadên jiyanê yên kurdan, gelê kurd wêran dikin. Fermana rantê û şer û talanê bi hev re mil dane milê hev û bi rê ve dibin. Em ê her xwedî li daristanên Cûdî û daristanên Akbelenê derkevin û biparêzin.”