10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ÎHD: Li girtîgehan îşkence heye

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê, der barê rewşa girtîgehên li Herêma Anatoliya Navîn de rapora mehên Nîsan, Gulan û Tîrmehê li avahiya Navendî aşkere kir. Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya ÎHD’ê Nuray Çevirmen, Endamê Komîsyona Girtîgehan Prz. Umit Can Akbulut û Halîl Îbrahîm Varli amade bûn.

Ji 23 girtîgehan 80 kesan serlêdan kir

Endamên komîsyonê di raporê de diyar kirin ku li 23 girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn herî kêm 80 kesan, ji girtîgehên din jî herî kêm 10 kesan serî li ÎHD’ê dane. Endamên komîsyonê di raporê de destnîşan kirin ku ji 23 girtîgehan herî kêm 1203 mafên mirovan hatiye binpêkirin.

Endamên komîsyonê dan zanîn ku di 3 mehên dawî de li 5 girtîgehan 13 girtiyan li dijî binpêkirina mafan ketine gireva birçîbûnê. Li gorî hatiye tespîtkirin 234 mafên tenduristiyê hatine îhlalkirin. Hat destnîşan kirin ku derman nadin girtiyan û girtiyan muayine nakin. Dema di lêgerînê de jî li devê girtiyan dinerin. Hat bibîrxistin ku li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê 10 salin doşekên girtiyan nehatine guhertin.

357 bûyerên îşkenceyê pêk hatin

Li gorî raporê herî kêm 357 bûyerên îşkenceyê pêk hatine û Wezareta Dadê di vê mijarê de dane parve nekirine. Li girtîgeha Tîpa F a Boluyê A.K. dema sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin cendirmeyan gef li wî xwarine. Li girtîgeha Tîpa L a Gerede ya Boluyê jî girtî hatiye derbkirin. Li girtîgehên Tîpa S û girtigehên Ewlehiyên bilind jî girtiyan dernaxin hewşê.

Di raporê de hat zanîn ku der barê 6 girtiyan de lêpirsîn hatiye vekirin û mafê parastina kurdî hatiye qedexekirin. Li gorî raporê 35 girtiyên ku diviya bû bihatina berdan, lê ji ber Lijneya Çavdêriyê û Îdarî hatine astengkirin. Li girtîgehan herî kêm 493 mafên mirovan hatine îhlalkirin.  Rojnameyên wekî Yeni Yaşam, Evrensel û Xwebûnê nadin girtiyan. Dîsa qanalên wekî Meclis Tv, Halk Tv û Tele1 bi girtiyan nadin temaşekirin. Herî kêm 59 girtî bêyî daxwazça xwe hatine sirgûnkirin.