17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Arslan sewqî edliyeyê kirin

Firat Can Arslan ê 4 roj in li Kirşehîrê di bin çavan de ye, sewqî edliyeyê hate kirin.

Nûçegihanê ajansa Mezopotamyayê Firat Can Arslan ê di çarçoveya lêpirsîneke li Kirşehîrê hatiye destpêkirin de di 7’ê hezîranê de bi serdegirtina mala xwe ya li Enqereyê de hatibû binçavkirin sewqî edliyeyê hate kirin.

Sûcdarî ne diyar e

Hate hînbûn ku ne zelal e Arslan ê 4 roj in di bin çavan de ye bi çi tê sûcdarkirin. Lêpirsîna der heqê Arslan de ku di sala 2022’an de bi sûcdariya “pesnê sûc û sûcdar daye” bi biryara “bêrayetî” şandin Kirşehîrê. Arslan di çarçoveya lêpirsîna li Kirşehîrê hate birêvebirin de bi sûcdariya “propagandayê” hate binçavkirin. Hate diyarkirin ku di pêvajoya binçavkirinê ya çar rojan de materyalên dîjîtal ji ber sûcdariyên “propagandayê” hatin lêkolînkirin, dozgeriyê fermana “ji aliyê endamtiyê ve jî” lêkolîn bikin daye. Li ser fermana dozgeriyê têkildarî binçavkirina Arslan gelek nûçeyên hatine çêkirin jî li dosyaya wî zêde kirine.

Mafê xwe yê neaxaftinê bikar anî

Arslan ê 4 roj in di bin çavan de tê ragirtin ji ber “ji ber ku esehiya sûc nediyar e, di vê astê de nizane ji çi tê sûcdarkirin” mafê xwe yê neaxaftinê bikaranî û li miduriyeta polîsan îfade neda.

Arslan, piştî kontrola tenduristiyê sewqî edliyeyê hate kirin.