7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Huseyîn Arasan jiyana xwe ji dest da

Endamê Komeleya Karkerên Mezopotmayayê Huseyîn Arasan ku li Silêmaniyê êrîşa çekdarî lê hat kirin, jiyana xwe ji dest da.

Endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan doh saet li derdora 10.30’an de li Silêmaniyê bi êrîşa çekdarî re rûbirû ma. Hat diyarkirin ku endamên MÎT’ê ya Tirkiyeyê vê êrîşê pêk aniye. Arasan di encama gulebaranê de bi xedarî birîndar bûbû.

Li gorî şahidên bûyerê 3 gule lê ketibûn û piştî bûyerê yekser rakiribûn nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê. Ji ber birîna wî xedar bû û xwîna zêde ji dest da, hatibû gotin rewşa wî krîtîke û metirsiya jiyanî derbas nekiriye.

Li gorî agahiyên Komeleya Karkerên Mezopotamya dan; Arasan piştî têkoşîna bi saetan a di bin kontrola bijîşkan de tevî hemû hewldanan jî xelas nebûye û saet 04.10’an berbangê sibehê jiyana xwe ji dest daye.

Tevî nava bajar û hemû cadeyên sereke bi kamerayên çavdêriyê tê şopandin jî balkêş e jî heya niha êrîşkar ji aliyê asayîşê ve ne hatine girtin. Heya vê kêliyê jî ne Asayîşa Silêmaniyê û ne jî Walîtiya Silêmaniyê derbarê êrîşê de tu daxuyaniyek nedane.