2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Arslan 3 roj in di bin çavan de ye

Rojnameger Firat Can Arslan ev 3 roj in li Kirşehîrê di bin çavan de tê ragirtin. Hat zanîn ku îfadeyê Arslan bi hinceta “materyalên dijîtal tên lêkolînkirin” hêj nehatiye girtin.

Di çarçoveya lêpirsîneke li Kirşehîrê hatiye destpêkirin de polîsan di 7’ê hezîranê de bi ser mala nûçegihanê ajansa me Firat Can Arslan a li Enqereyê de girtin û binçav kirin. Arslan ev 3 roj in li Midûriyeta Emniyetê ya Kirşehîrê tê ragirtin. Arslan, bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Hat zanîn ku îfadeya Arslan bi hinceta “materyalên dijîtal tên lêkolînkirin” hêj nehatiye girtin. Parêzeran diyar kir ku li bendê îro di êvarê de îfadeyê Arslan were girtin. Tê payîn ku Arslan piştî îfadeyê sewqî edliyeyê were kirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê